ÇÊR Û DIJÛN ÇEKA DESTÊ ME YE!

Li gundê me Elî hebû, muhacirê Kurdên Kafkasî bû. Elî bi serê xwe tenê bû. Ne birayên wî ne jî zarokên wî hebûn. Ew va pîreka xwe tenê bûn. Dema şerê Ûris hatibû li gundê me bi cîh bibû.

rewi

Rojekê golika Elî dikeve zevîya Hûso, malbata Hûso gelek qerebalix bû. Malbatek şerûd, ne baş bû. Li cînarên xwe heqaret dikirin, xelk ji qîra wan direvî. Çima ku golika Elî ketîye zevîya wan, malbata Hûso xwe gij dikin êrîşê dibin ser mala Elî. Elîyê belengaz dikeve malê derê xwe kilît dike ku lê nexin. Mala Elî didin ber kevira, bi çêr û dijûnan lê gelek heqretê dikin. Paşê bi nerazîbûna cînaran ji ber derê mala Elî vedikişin werhasil.

Ebûbekir deng li Elî dike dibê: “ Derî veke netirse, ew çûn.”

Elî derî vedike, gilî û gazinên xwe bi Ebûbekir re dike.

_ Ma çi bûye golik ketîye zevîyê, hatin li me ewqas heqaret kirin? Ev ne heqê Xwedê ye!

_ Malneket te çima dengê xwe nekir? Te jî ji wan re bida çêra. _ Tu meraq neke weleh bileh min ji wan re gelek da çêra.

_ Derewa neke lo, me qe dengê çêrê te ne bihîst.

_ Keko ew pirin ez yekim, hêza min nîne ku ez raste rast berê xwe bidim wan.

_ Êê

_ Min bi dengeke nizm ne dêya wan hişt ne jina wan.

Ebûbekir him kenî him jî got: “ Ê başe wayê te dilê xwe rehet kirî ye.”

Çima ku Kurd bêdewletin him Îran him jî Tirkiye hovane êrîşî Kurdan dikin, ew ne besbûn Kurdên peyayên van herdu dewletên dagirker canê me diêşînin! Dagirker bi me derî daye girtin, ew jî me didin ber keviran!

Ê hûn zanin weleh bîleh emê wek Elî bi dengeke nizm çêrî dê û jina we bikin. Çeka destê me bi tenê çêr û dijûn maye emê bikar bînin lo…

About The Author