Pîne bû derzî û ket çavên wan

Pişo Mihemed

Polîsên Romê deyaxî qehwexaneya Pîne nekirin û ji ber ku di qehwexaneyê de tenê bi Kurdî xizmet dihat kirin, li zora qûna wan hat, bi ser de girtin û xwediyê wê Ramazan şîmşek bincav kirin.

Roma ku bûye dewleta polîsan û li dijî Kurdan her heq û hiqûqî binpê dike, deyaxî axavtin û bikaranîna zimanê Kurdî nake. Zimanê ku ji alî bi milyonan Kurd ve tê axavtin, bûye kelemê çavên Roma Reş û bi taybet jî rêxistin û partiyên nîjadperest polîsan dajon ser Kurdên ku bi Kurdî daxivin.

Lê dibêjin fêda tirsê ji mirinê re tuneye û dem û dewran ji zaliman re namîne oxlim…

Amed

About The Author