Hema ne topa roja qiyametê be!

Li ser bextê fitne û fesadan be, dibêjin rojnamevanê lotikmezin Hasan Cemal, di nivîsa xwe de behsa hevdîtina xwe û Cîhgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK kak Nêçîrvan Barzanî kiriye. Xwdêgiravî kak Nêçîrvan gotiye ku „Di mesela çareserkirina pirsa Kurd de êdî gok (top) li alîyê Enqerê ye, top ji nav lingê Kurdan derketiye û di nav lingê Kasimpa?alî Receb de ye“ filan û bêvan.

Ango; ji alîyê Kurdan ve tu pirsgirêk tuneye û pirsgirêk li Enqerê ye.

Nizanim Hasan Cemal behsa topa fûtbolê dike, behsa topa heyva Remezanê dike yan jî behsa topa roja qiyametê dike, lê heke Kasimpa?alî Receb û hikûmeta xwe berê topa qiyametê bidin Kurdan -ku niha dane jî- ez bawerim wê tofana Tsûnamî li Tirkiyê û Kurdistanê jî rabe. Na heke topa fûtbolê be û Kasimpa?alî Receb bixwaze bi tîma BDP re bi fûtbolê bilîze, belkî pê?birka navbera tîma AKP û BDP çareserîyekê ji pirsa Kurd re jî bîne.

Çawa ku Kurdan li Colemêrgê 3 xol xistin AKP, ez bawerim wê di vê pê?birkê de jî çend xolan bavêjin nav ?eqê Erdogan.

De ya bi xêr lo….

Hewlêr

About The Author