Ne şîş şewitandin ne kebab

Mistefa Kerkûkî

Heke bê bîra we, di 15ê Tîrmeha 2016an de derbeyek xeyalî û wek tiyatro li Tirkiyê hat kirin. Hem jî bi destê desthilatdarîya îro. Ne wan bi derbeyê bahwer kir, ne jî cîhanê. Bi mahneya vê derbeya xeyalî desthilatdarîyê gelek dijberên xwe ji holê rakir û desthilatdarîya xwe xurttir û saxlemtir kir.

Êrîşa sofîk û melayên Îranê jî dişibe derbeya li Tirkiyê. Melayên Tehranê bi rêya Hizbûllaha Lubnanê û Hûsîyên Yemenê nêzîkî sed dron û mûşek şandin ser paytexta Îsraîlê (Telavîv) û ji xeynî vekirina çend qul û koncalan tiştek bi kesî nehat. Yanî, melayên Tehranê bi tir û fisan tenûr germ kirin, lê tenure wan nesincirî û zû vemirî.

Bi van tir û fisan sofîk û melayên Îranê sûnda ku xwaribûn pêk anîn. Ji alîyê din, sofîk û melayên Îranê qencîyek mezin bi Îsraîlê û Hikûmeta Netanyahû kir. Hem Xezze û Filistînîyên qûnreş dan alîyekî, hem jî prestîja ku Îsraîlê di awira gelemperî de winda kiribû dîsa lê vegerand, destê Îsraîlê xurt kir. Yanî, wek derbeya li Tirkiyê, êrîşa Îranê jî dişibe şano û tiyatroyek xeşîm û bê ser û ber.
Helbet div ê lîztikê de êrîşek bi plan, bi şêwir û mişêwir dixuye. Ev êrîş hem ji kêrî Îranê hat, hem jî bi kêrî Îsraîl û Amerîkayê. Her sê alî jî ji bo berdewamîya desthilatdarîya xwe şerekî bi şêwir û mişêwir li Rojhilata Navîn dimeşînin, bi senaryo û şanoyên nû temenê xwe dirêj dikin.

Werhasilî kelam, di dinya û Rojhilata Navîn de her kes xwedî plan, xwedî hesab û kîtab e. Ên ku ne xwedî hesab û ne xwedî plan û projeyên pêşerojê ne, tenê Kurd in. Kurd incex bi hev dakevin, neyartîya hev bikin û temenê xwe bi çûn û hatina Enqerê û Bexdayê derbas bikin.

About The Author