Dadgehê lotikek li Newşîrwan xist

Mihemed Soran

Dadgeha Hewlêrê fermana girtina mamê me Newşîrwan Mistefa da û lotikek lêxist. Ji ber ku Newşîrwanê me neçûbû dadgehê û îfade nedabû, dadgehê ew da ber lotik û mîrkutan û girtina fermana wî derxist.

Li got û fitne û fesadên Hewlêr û Silêmanîyê dibêjin, xwedêgiravî mamê me Newşîrwan gef li balyozan xwariye, zirt li wan kiriye, endezyarên (mihendiz) biyanî dane revandin û borîyên petrolê dane teqandin. Ji ber vvan lotikên wî jî, dadgehê bang li wî kiriye ku bê dadgehê îfada xwe bide. Lê mamê me Newşîrwan li xwe dananîye, hesabê dadgehê bi xirrê xwe nekiriye û neçûye. Ê helbet dadwer jî ji vê lotika wî aciz bûye û fermana girtina wî derxistiye.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanan, zîtirkvanên Tevgera Goran dibêjin „ev komployek navnetewî û komploya PDK ye“ filan û bêvan. Hinek jî dibêjin ku „ne komplo û xefik û dafik in, kaseta dengê Newşîrwan di destê dadgehê de heye ku wek delîlek saxlem tê qebûlkirin.

Werhasilî kelam, niha serê mamê me Newşîrwan Mistefa bi Dadgeha Hewlêrê re di belayê de ye. Îcar wê sofîk û melayên Tehranê karibin wî ji dadgehê birevînin yan wî rûspî bikin, xwedê zane wesselam…

Silêmanî

About The Author