Dergevanên Bakurî, rewşenbîrî yan şelafî!

Nûrî Çelîk

Dema ez dibêjim rewşenbîr; “kesê muxalif, kesê bê teref û rastgo, kesê xwedî exlaq û wîjdan, kesê ku rê û rêbaz, çare û çareserîya rast pêşkêş dike, kesê rexnegir û parêzerê heq û hiqûqê civakê, ne kesê terefgir yan mirîd, kesê xwedîyê hest û hişmendîyek azad lê netewî” tê bîra min. Bi gotinek kurt; “kesê ku bi zanyarî, bi pisporî, bi aqilmendî û hişmendîya xwe ya têr û tije gel hişyar dike, rê dide ber gel û wî ji nakokî, alozî, ji rê û rêbazên şaş rizgar dike, rewşa millet, welat û dinyayê dide ber hev û bi nirxandin û hişmendîyek zelal xizmetê ji berjewendîyên millet û welatê xwe re dike” tê bîra min.

Birastî ez gelek caran diponijim û li ser difikirim ka gelo li Kurdistanê rewşenbîrên bi vî awayî, rewşenbîrên di vê astê de hene yan tunene. Helbet mebesta min Bakurê Kurdistanê û heger hebin rewşenbîrên Bakurî ne. Gava em rewşenbîrên welatên din, rewşenbîrên xelkê û yên Bakurê Kurdistanê dide ber hev, meriv li ber xwe dikeve, şaş û matmayî dimîne, û bi qasî çiyayan ferqê di navbera wan de dibîne. Rewşenbîrên xelkê bi hest û hişmendîya xwe azad in, di berjewendîyên millet û welatê xwe de ne alîgir û mirîdên filan partî û bêvan partîyê ne, ne mirîdên filan serokî û bêvan serokî ne, bi hest û helwest, bi hiş û hişmendîya xwe di xizmeta berjewendîyên welatê xwe de ne, xwedî exlaq in, xwedî wîjdan in, rastgo û hevalên rastîyê ne, realîst in, ne xeyalperest û şelaf in. Lê yên me mixabin vajayî wan e. Gelek ji wan ji nirx û asasên rewşenbîrîyê dûr in, alîgir û mirîdên partî yan şexsa ne, ji exlaq û wîjdên dûr in, paşeroja wan yanî derbasbûna wan ne pakij e, berjewendperest in, berjewendîyên xwe yên ferdî, partîtî, malbatî û wekî din di ser berjewendîyên millet û welatê xwe re digrin. Ji ber vê, ji bo xwe bi hinekan yan jî bi alîyekî şîrîn bikin, bi navê nivîskarî yan rewşenbîrîyê şelafîyê dikin.

Yek ji wan kesên ku herî zêde bi rewşenbîrîyê re mijûl bûye, Gramskî ye. Li gor Gramskî, “hemû mirov rewşenbîr in, lê hemû nikarin di civakê de rewşenbîrîyê bikin”. Li gor Gramskî, “her çîn yan jî kom ji bo pozîsyona xwe tekûz û hegemonya xwe ya civakî xurt bike, pêdivîyê bi rewşenbîran dibîne. Ji ber vê yekê, her çînek yan komek mirovan wek rewşenbîr ji hawizê civakê berhev dike û wan dixe bin xizmeta xwe. Ji vê gavê û pê ve, erka wan nivîskar yan rewşenbîran ew e ku berjewendîyên çîn yan kom û dezgehên ku jê re xizmetê dikin biparêzin, îdeolojî û sedemên ku helwestên wan xurttir bikin, bi civakê bidin qebûlkirin“. Li gor Gramsci, “rewşenbîr ne di demek kurt de, lê di pêvajoya demek dûr û dirêj de dibin xwedî cewher”. Û sedema derketina “pêxemberan, rizgarkiran, rêber, hunermend û ramangêran” bi vê yekê ve girê dide. Yanî, heta kesek bi pêvajoyek dûr û dirêj nebe xwedî cewher û bi nirxên civak û dîroka xwe nekemile, nikare barê rewşenbîrîyê hilgire.

Zanyar û Rewşenbîrê Îranî Alî Şerîatî di derbarê rewşenbîrîyê de wilo dibêje:

“Rewşenbîr ew kes e ku li ser fikir û ramanan dixebite. Rewşenbîr ew kes e ku di warê rewşenbîrî, zanistî, hunerî, olî û edebî de çalak e, di van waran de xwedîyê zanyarîyên girîng e û rexnegirîyê di nîqaşên qada giştî de dike. Dema ku meriv vê yekê dike, ne hewceye ku meriv dilsozîya xwe bi partîyekê, yan bi îdeolojî û nirxên exlaqî re nîşan bide”.

Yanî, li gor Alî Şerîatî, divê rewşenbîr xwedîyê zanyarîyek hûr û kûr, zanyarîyên girîng be û ne alîgirê tu partî, îdeolojî yan olekê be. Divê wek dadgerekî bê teref û bi heq û hiqûq, bi exlaq û wîjdan nêzîkî mijar yan bûyeran bibe. Rewşenbîr ew kes e ku ji civakê cuda difikire, tiştên ku civak nabîne bibîne û bi rexneyên xwe elema brîna civakê der bike.

Mijara min li ser rewşenbîrî û rewşenbîrîya me Kurdên Bakur bû.

Van heyaman hinek nivîskar yan jî kesên ku çend pirtûk û çîrok nivîsandine û xwe wek rewşenbîr dihesibînin, bûne berdevkên Başûrê Kuristanê, yan jî bûne parêzer û dergevanên Hikûmeta Kurdistanê û PDK û kesên ku Başûrê Kurdistanê yan rêvebirên wê rexne dikin û wan bi neyartîyê tohmetbar dikin. Ew kesên ku wek çûkên beytik ji darekê difirin ser darek din, ji partîyekê derbasî partîya din dibin, rojekê reş û roja din spî ne û ji şelafîyê pê ve tu cewherek wan tuneye, îro bûne berdevk û parêzerên Başûrê Kurdistanê. Weke ku haya me ji tiştekî tunebe û weke ku em Başûr û rêvebirên Başûr nas nekin, radibin behsa girîngîya destkeftinên Başûrê Kurdistanê dikin û rexnekirina Başûr hema bêjin wek şirîkatî û zimanê dagîrkiran bi nav dikin. Tew ev ne bes e, îcar behsa wêrekî û cesaretê jî dikin. Li gor wan wêrekî û cesaret jî rexnekirin û neyartîya PKK ye.

Me Kurdên Bakur ji Şoreşa Îlonê û heta îro bi can û malê xwe piştgirîya Başûr, PDK û Barzanîyan kiriye. Çi di dema Şoreşa Îlonê de be, çi di dema Qiyada Miweqet de be, çi di Şerê DAÎŞê de be, çi jî îro be, li gor hêz û derfetên xwe me piştgirîya brayên xwe yên Başûrî û bi taybet jî PDK, Barzanî û pêşmergeyan kiriye. Yanî, em bi her awayî li destkeftîyên Başûrê Kurdistanê xwedî derketine. Vê yekê hûn jî dizanin û PDK û Barzanî jî baş dizanin. Ev yek.

Xwedîlêderketin û paraztina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê erk û wezîfa her Kurdê xwedî xîret e. Heger birastî Kurdistan yek parçe be û em jî yek millet bin, xwedîlêderketina Başûr jî erk û mafê me ye, rexnekirina Rêvebirên Başûr jî erk û mafê me ye. Na heger Kurdistan 4 û 5 parçe be û herkes nûner û berpirsê beşê xwe be, ne mafê we heye ku hûn berdevkî û dergevanîya Başûr bikin, ne jî mafê me heye em wan rexne bikin. Yanî, heger em welatên ji hev cuda bin û ne yek millet bin, herkes li ser rêya xwe ye û wê tu gotinek me ji hev re tunebe. Ev dudu.

Em ji wan rewşenbîrên şelaf baştir û zêdetir dizanin bê PKK çi ye, kê ava kiriye, ji bo çi hatiye avakirin, kê ew li Başûrê Kurdistanê bi cîh kiriye, kê pere û çek dane wê, çi dike û li ser hesabê kê heta îro jiyaye û dijî. Ev çîrokek 45 salî ye û bi dubare û sêbarekirina heman çîrokê êdî Kurd têr naxwin, ji we bahwer jî nakin. Heger wêrekî û cesaret tenê rexnekirin û neyartîya PKK be, bi serê min û we ev 40 sal in em vê wêrekî û cesaretê nîşan didin. Ev 40 sal in bi wêrekî û cesareta kû hûn dikim em û hûn reklama PKK dikin û xwînê didin PKK. Yanî, bi wêrekî û cesareta ku hûn dibêjin, ev 40 sal in em şirîkatîya xêr û gunehên PKK dikin. Ev ne wêrekî ye, ne cesaret e û ne jî dostanî û dilxwazîya Başûr û PDK û Barzanîyan e. Ev Sisê.

Îcar em bên ser wêrekî û cesaretê

Wek min li jor jî nivîsand, rewşenbîr ne alîgir û mirîd e. Rewşenbîr xizmetkarê millet û welatê xwe ye, bi giştî, erênî, zanyarî û pisporî nêzîkî bûyeran dibe. Heger rewşenbîrîya ku hûn dibêjin alîgirî û mirîdîya partîyekê be yan bi dilxwazîyê be, tu ferqa we û mirîdên PKK ji hev namîne. Wî çaxî hûn nabin rewşenbîrên millet û welêt, hûn dibin rewşenbîrê filan û bêvan hêz û partîyê. Yanî, hûn dibin rewşenbîrên berjewendîyên xwe, rewşenbîrên şelaf.

Îcar ewên ku rexnekirin yan neyartîya PKK wek wêrekî û cesaretê bi nav dikin, we ji bo rexnekirina Başûr û PDK heta îro çi wêrekî û cesaret nîşan daye?

Wek mînak heger ez bipirsim, gelo we rojekê ev pirsên jêrîn ji rayedarên Başûr kiriye, ew wêrekî û cesaret bi we re çêbûye ku hûn di van xalan de rexne li wan bigrin:

Me ji Şoreşa Îlonê û heta îro piştgirîya we Kurdên Başûr kir. Ji 30 salên dawî û bi vir de, yanî ji roja kû hûn bûne federasyon, hûn bûne desthilatdar, hûn bûne xwedîyê petrol, pere û sedhezaran pêşmerge, we ji bo Kurdên Bakur çi kir? We ji bo Kurdên Bakur çi gav avêtin?
Hûn îro nîvdewlet in, di qada mavnetewî de xwedî rêz û giram in, hûn xwedî gotin in, we di qada netewî de ji bo Kurdên Bakur çi kir? We di civînên navnetewî de kîjan rojê behsa mazlûmîyet û binpêkirina maf û heq û hiqûqên Kurdên Bakur kir?
Çi mafê we hebû hûn li Bakur desttêwerdanan di nav hêzên Kurdan de bikin û we PDK kir 5-6 parçe? Çi fêda we di vê yekê de hebû?
We di hevdîtinên xwe yên bi Tirkîyê re çend carî behsa mafên Kurdan kiriye?

Û bi dehan pirsên girantir jî hene.

Aha wêrekî û cesaret ev e. Wêrekî û cesaret ne tenê rexnekirina PKK ye, rexnekirina PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye jî. Heta bi zarokên dergûşê jî êdî dizanin PKK çi ye û rexne dikin. A girîng ew e ku em karibin rêvebirên hikûmeta xwe, hest û helwestên wan, kiryarên wan rexne bikin. Maden hûn behsa rewşenbîrî, wêrekî û cesaretê dikin, de kerem bikin!

Ez bi xwe wek Nûrî Çelîk dikim. Ne bi neyartî lê bi dostanî, bi dilêşî, bi dilxwazî, bi Kurdewarî min gelek caran ew rexne kirine. Îro jî dikim, sibê jî ezê bikim.

Çima?

Ji ber dost ew e ku meriv bigrîne, ne ku şelafîyê bike, ne ku li çepikan bide, ne ku tenê pesnê meriv bide û meriv bikenîne.

Û ez bahwer im PDKî jî baş dizanin kî dost e, kî şelaf e, kî rewşenbîr e, kî ne rewşenbîr e…

About The Author