Xiyaneta herî mezin bêdewletbûn e

Nûrî çelîk

Koka peyva xiyanet tê maneya destdanîna ser tiştên pîroz, kiryarên li dijî nirxên pîroz, xayîntî û xerabkarîya bawerîyê, xapandin û bêbextîyê.

Yek ji wan hêman û stûnên ku bingehên civakê dihejîne û hetta ya herî mezin xiyanet e. Xiyaneta bi kesayetîya xwe re, xiyaneta bi mal û malbat, êl û eşîr, civak û millet, û ya herî mezin jî xiyaneta bi welatê xwe re hemû nirx û pîrozîyên ferdî û civakî, millet û welatî têk dibe û ji holê radike. Xiyanet sedema hebûn û tunebin, mirin û zîndebûna tevger, tekoşîn û millet û welatekî ye. Xiyanet bawerîya mirov dihejîne û xerab dike.

Yek ji sedemên sereke yên xiyanetê nefs e, nefsa li dû berjewendî û şehweta xwe dibeze. Yanî nefsa xerab e. Nefsa xerab bandorê li ser hiş û hestên mirov dike, emrê xerabîyê dide, jê kêfê distîne û dibe sedem ku mirov hişê xwe bi kar neyne û xeletî û gunehan bike. Gava nefs pak û rewan, yanî ji guneh û nebaşîyan pakij nebe, emrê xerabîyê dide hiş û bedenê û berê insên dide xerabî û nebaşîyan. Xiyanet jî yek ji wan xerabî û nebaşîyanên nefsê ye. Heger xiyanet têkeve mal û civatekê, ne xêr û bereketa xwedê li wê mal û civakê dimîne, ne jî ew mal û civak têr dixwe. Xiyanet hem di nezera xwedê, hem jî di nezera insanan de qebhet û rûreşîyek mezin e.

Yek ji tiştên ku nexweşîya giyanî ya xiyanetê derman dike, xurtkirina bawerîyê ye. Çi di warê olî de be, çi jî di warê qewnî û netewî de be, bawerî û bawermendî stûna astengkirin û rêlibergirtina xiyanetê ye. Bawermend ji bo bidestxistina mal û milk destên xwe bi xiyanetê pîs nake, xiyanetê li millet û welatê xwe nake. Bawerî û bawermendî li ser encamên xiyanetê ji insên re dibe alîkar ku xiyaneta xwe fêm bike û jê dûr bikeve.

Kurd milletekî bawermend e. Xwedîyê dîrokek qedîm û şaristanîyek kevnare ye. Zarok û nevîyên Sumerî, Hîtît, Kardoxî, Xaldî, Medî û bi dehan dewlet û împaratorîyên kevnare û naskirî ne. Li gor Tewrat, Incîl û Quranê, yanî li gor pirtûkên pîroz, Baxê Îrem, yanî Bexçeyê Buhuştê li navbera Çemê Dîcle û Firatê ye, yanî li Kurdistanê ye. Adem û Hawa li wir jiyane. Yanî, mirovatî ji Kurdistanê belavî dinyayê bûye. Heger Tewrat, Incîl û Quran wek çavkanî bên girtin, Kurd bavê milletên cîhanê, Kurdî dayika zimanên cîhanê û Kurdistan jî niştimanê mirovahîyê ye. Û heger dîroka mirovatîyê piştî Tofana Nûh wek çavkanî bê girtin, dîsa heman tişt e. Gerokê Tirk Ewlîya Çelebî (1611 – 82) di pirtûka xwe (Seyahatname) de dibêje „ Hz. Nûh bi qewmê xwe re bi Kurdî dipeyivî. Sê bajarên ku yekem car piştî Tofana Nûh hatine avakirin Şehr-i Nûh (Şirnex), Cezîra Botan (Cizîr) û Meya Farqîn (Silvan) in“. Ewlîya Çelebî hetta dibêje “Hz. Yunus jî bi Kurdî dipeyivî“ û dide zanîn ku dîroka mirovahîyê li Kurdistanê dest pê kiriye.

Baş e, ev milletê qedîm, ev milletê ku bavê mirovatîyê û ev welatê ku dayika mirovahîyê ye, çima heta îro nebûye û nabe dewlet? Çima bê dewlet e ? Ev milletê ku piranîya wî oldar û bawermend e, çima wek milletên din azad nabe û nabe xwedî dewlet? Di dinyayê de 57 dewletên misliman hene. Ereban di bin sîwana olê de ji xwe re 22 dewlet ava kirin. Tirk û Farisan ol ji xwe re bi kar anîn û dewleta xwe li ser lingan hiştin. Hemû dewletên cîhanê ola xwe kirine parçeyek ji qewmîyeta xwe û pê bûne xwedî dewlet. Kurd çima ev yek nekirin û nikarin bikin? Ev pirs bê bersiv mane, bê bersiv dimînin.

Em gelek caran rexne li Selaheddînê Eyyûbî digrin û dibêjin çima ji bo Kurdan dewletek ava nekir. Di dema Selaheddînê Eyyûbî û berî wî de hişmendîya netew-dewletê tunebû, sazî û dezgehên ku em jê re dibêjin dewlet tunebûn. Şerê hemû milet û împaratorîyan yan olî bûn, yan malbatî, eşîrtî û ezbetî bûn. Heger gazindek me hebe, divê em gazindê ji Kurdên piştî salên 1700 î bikin. Netew-dewlet û hişmendîya wê piştî salên 1700 derketiye holê. Şoreşa Fransî (1789) wek destpêka derketina netew-dewlet û hişmendîya wê tê qebûlkirin. Tevger û serhildnên Kurd ên ku piştî derketina hişmendîya netew-dewletê derketine holê, çima di avakirina dewleta xwe de bi ser neketin, yan çima girîngîya netew-dewlet û hişmendîya netewî fêhm nekirin, yan jî ol û bawermendîya olî çima di ser berjewendîyên netew-dewletê û hişmendîya netewî re tê girtin nayê zanîn. Gelo ol û bawermendîya olî çiqasî bandorê li hişmendîya wan a netewî dike dîsa nayê zanîn. Heger hebin, divê psîkolok, psîkatrîst, zanyar û pisporên civakî yên Kurd ne bi rojan, belkî bi salan lêkolînekê li ser derûnî û hiş û hestên Kurdan bikin û bersivekê ji van pirsan re bibînin. Çima!?

Mijara min li ser xiyanetê bû.
Milletekî ku li seranserê cîhanê xwedîyê nifûsek 70 milyonî be û hîna jî bê dewlet û bindest be, gelo çi nav li vê yekê tê kirin. Heger xiyaneta herî mezin bêdewletî nebe, naxwe çi ye?
Bi kurt û Kurmancî; em ne tenê wek ferd, wek millet jî xiyanetê bi xwe û welatê xwe re dikin wesselam…

About The Author