Tirs mirin e

Esrarkêş Ehmê

Vîrûsa Koronayê qûn li xelkê qetandiye û xelk di mala xwe de hêsîr maye. Yek ji wan jî ez im.

Îro min ji malê firar kir û derketim sûka bajêr. Min go de ez hinekî bêhna xwe derxim û piştre vegerim malka xwe.

Hew min dît yekî Çînî rastî min hat û pirsa navnîşanekê kir.
Min jê pirsî:
-Who are you-Tu kî yî?
Got:
-i am the father of corona-Ez bavê Korona me.
Gava min navê Korona bihîst, wek fîşeka ber devê tifingê ez firiyam û ez bûm wek wan kîroşkên ku ji ber tajî bireve. Bi allahwekîl rê û mefera saetekê min kir deh deqîqe û bêhnçikiyayî min xwe avêt malê.

Helbet min derpî dagirt ew jî meseleyek din e.

Tirs çiqas pîs e yabooo!

About The Author