Henek bi Kurdî xweş in

Bengîn Elegez

Şemsoyê Torî û Cimoyê Aşîtî li Moskovayê bi hev re dixwînin. 15 salan wek heval û dost ji hev hez dikin. Piştî xwendinê, Cimo dibe textor û li Almanya bi cîh dibe.
Rojekê Şemso ji Moskovayê li Cimo digere û li halê hev dipirsin.
Çimo:
– Ka tu çawayi Şemso, birastî te kêfa min anî, zû de min dengê te ne bihîstibû.
– Wele ez ne baş in.
– Xêr e înşallah!
– Ez bi nexweşîya Korona ketime. Ez cigarê jî dikşînim û yextiyar jî bûme. Xuyaye ez ê çûnê me. Min go berî mirinekê tu heqê xwe li min helal bikî baş e.
– Kuro heqê çi xwedê jê razî, heqê min li te xweş helal be. Heqê te li min hebe tu jî heqê xwe helal bike.
Şemso dibê:
– Wele ez li te helal nakim.
– Çima heyran, sebeb?
– Malnexirab, em 15 salan bi hev re man, rojekê te nehişt ez di te nim.

Îcar wek mesela Şemso û Cimo, berî mirinekê li hev helal bikin heyran. Bela heqê kesî di stuyê kesî de nemîne..

About The Author