Çawa dewlet paşpê naçe, wê heta quzê dêya xwe biçe

Tîmeke polêsên narkotîkê li bajarekî Kurdistanê bi tirimbêlek sivîl ketin kolanekê, dîtin ku yekî extiyar kolan bi traktorê xitimandiye. Ji romorka traktorê bi çewalan ardê xwe datîne.

Serokê tîma polêsan yekî Kurd e, li paşîya tirimbêlê rûniştîye.

Polêsê ajovan bi hêrs bang li extiyar kir: “ Extiyar zû traktora xwe hilîne, rê veke!”

Extiyar: “ Ez ard vala dikim, hindik ma ez ard vala kim, paşê ezê rêya we vekim. Heke karê we ecele ye paşpê biçin di kolana jêr re derbas bin.

Polês : “ Extiyar mêze ev tirimbêla ya dewletê ye û dewlet paşpê naçe. Ma tu fêm nakî?

Serokê tîmê komîserê Kurd aciz bû, zivirî ser polês : “ Çawa dewlet paşpê naçe, heke hewcedarî bike wê heta quzê dêya xwe biçe. Zilam extiyar e, divê hûn peya bin alîkarîya wî bikin ardê wî daynin mala wî. Hûn vêya nakin bi ser de pê re hêrs dibin, ev neheqîyek mezin e.”

Werhasil…

Dewlet çiqas otorîter zilûmkar be, ewqas nefreta milet zêde dike. Rûyê dewleta dagirker li ba miletê Kurd her dem reş e, wesselam…

About The Author