Kurd çi dixwînin?

Televîzyona cîranê me Hecî Hesen xera bibû, şand pey min ji bo ez jê re televîzyona wî çêkim. Piştî min televîzyon çêkir, jina wî got: “Kuro Miheme Arif, ka...


Televîzyona cîranê me Hecî Hesen xera bibû, şand pey min ji bo ez jê re televîzyona wî çêkim. Piştî min televîzyon çêkir, jina wî got: “Kuro Miheme Arif, ka wan kanalên tazî jê bibe, mêvanek tê mala me em li ber xwe dikevin, em ji ber mêvanan şerim dikin televîzyonê vekin. Tu kîjan kanalê vedikî jineke tazî telefon daye nav şeqên xwe, gazî Hecîyê me dike dibêje were li Şeqlawa govend e.”

Li ser gotina Hecîjinê min dest bi jêbirina kanalên tazîjinan kir. Hecîyê me xwe sor kir, qûna xwe li ser mînderê bir û anî got: “Xwarziyê min, ez qurbana wan tilîyên te bim hemûyan jênebe, êvaran di hinekan de ajansên xeberan derdikevin.”

Hecîyê ku berê digot televîzyon qutîya Şeytan e, piştî tama televîzyonê kir, digot hemûyan jênebe di hinekan de ajans derdikevin. Min di dilê xwe de got: “Wele derdê te ne ajans in Hecî, di wan de ajans derkeve çi ye dernekeve çi ye, ne tu kafir î, ne jî bi kafirkî dizanî. Hecîjin qurbana rîhkê te be. Ancax tu di van kanalan de fêrî gana kafirkî bibî û xirpişî ser canê hecîjinê.”

Tiştên erotîk xweş in bi şeref. Îcar kê ji me bi nefsa xwe kir, kê jî hefsarê nefsa xwe li çolê girêda.

Ev nêzîkî çil û şeş roj in ez her şev nivîsekê dinivîsînim. Rêjeya xwendina her nivîsekê di navbera çil heta heştê kesan de ye. Ez gazindê nakim nabêjim nivîsên min nayên xwendin. Beşa Spûtnîkê ya Kurdî ji ber nexwendinê du sal berê boxçika xwe kir milê xwe û ji ser torên civakî bar kir û çû.

Di çil û şeş rojan de min çil û şeş nivîs nivîsandine. Baş e kîjan nivîs herî zêde tê xwendin?

windows 7 pro lizenz kaufen

Categories
Arif TamtaşArşîv
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...