Kafir Zibêyde


Salên nodî heta salên du hezarî navê sertiraşxaneyên li Tirkiyê yên mêran hemû berber bûn. Navê yên jinan jî kuafur bûn. Yanê li ser dikanên sertiraşxaneyên mêran „berber“ yên jinan jî „kuafur“ dinivîsî.

Em li Tersûsê li taxeke Kurdan rûniştibûn. Jinên Kurdan wê demê nediçûn kuafuran û porê xwe li kuafuran çênedikirin. Ji ber jinên me nediçûn kuafuran, li taxa me kuafur tunebûn. Li taxeke navenda bajêr ez li dikanekî rast hatim, li ser nivîsîbû „mêr nikarin têkevin hundir“. Navê dikanê jî Kuafur Zubeyde bû. Ji ber min nizanibû kuafur çi ye, min nizanibû ka jin bê mêr li hundir çi dikin. Min digot qey ew der jî wek qehwexaneya jinan e.

Min kuafur wek kafir bilêv dikir. Min nizanibû ku ew der berberê jinan e. Ji ber min ji xeynî wê dikanê dikaneke din a kuafurê jinan nedîtibû, min digot qey Kafir pêşnavê Zibêyde ye.

Ez li mektebê diçûm sinifa çaran. Ji ber guhê min zêde ne li ser dersê bû, ez şagirtekî kêrnehatî bûm li dersxanê. Kêfa mamoste ji min re nedihat. Ji ber zanibû ez ji mezinên wan hez nakim, her roj dersa me jiyana etatirkê wan bû. Hin caran qîza qehbê tenê ji bo min aciz bike, min radikir ber depê, pirsa etatirkê xwe ji min dikir. Rojekê dîsa mamoste ez rakirim ber depê, pirsî ka bê navê diya etatirkê wan çi ye?

Ez fikirîm, navê wê li ser zimanê min e, lê ez nizanim çi Zibêyde bû. Ez li ber depê difikirîm ka kîjan Zibêyde bû, ew jî darek di destê wê de ye, li hêviya bersiveke şaş e ji bo pê li nav lepê min bide.

Dawiyê hat cem min got lepê xwe veke ez ê te bi darikê xwe xelat bikim. Lêdan dermanê keran e. Berî li nav lepê min bide, hat bîra min ku navê diya wî li ser dikanekî nivîsîbûn. Min got, hat bîra min mamoste, navê diya wî Kafir Zibêyde ye.

Heta min got zib, min derba yekê ya lepê xwe xwar. Min dîsa bang kir min got: „Kafir Zibêyde, bi Xwedê Kafir Zibêyde ye. Li ser dikanekê nivîsandine, bi şeref Kafir Zibêyde ye.“

About The Author