Ka dasa xwe bide min, xwarzîyê min!…


Rojekê, ji bo birrîna rûteke gozan, min dasa xwe kir ber pişta xwe û berê xwe da dehla li nizara gundê me. Em ji wê dara zirav û dirêj ê ku em pê gozan diweşînin re dibêjin rût. Dehl an jî daristan bi qasî çar kîlometreyan ji gund dûr e. Ji ber rût ji darên zirav û dirêj çêdibin, li dehlê zû bi zû peyda nabin.

Dehla gundê me hem asê ye, hem jî berkaş e. Mirov bi rehetî nikare li nav dehlê bigere. Piştî ger û geşteke ekolojîk ya li nav daristanê, min dara ku ez ê bibirim dît. Ji ber westiyabûm, min xwest hinekî rûnim, bêhna xwe bidim, cixareyekê bipêçim û dûmanê cixareyê berdim nav kezeba xwe ya reş û sipî, pişt re dara xwe bibirim.

Min hîn cixare vênexistibû, Hecî Hesenê malxalê me wek cinekî li ber çavên min peyda bû. Silav da min û li kêlek min rûnişt. Min qutiya cixareyê dirêjî Hecî kir, wî jî cixareyekê vêxist û bû sohbeta me ya ser şax û pelên darên sipîndaran.

Piştî sohbeteke kin a li nav dûyê cixareyê, Hecî Hesen berî min cixareya xwe avêt, rabû ser xwe, got: „Xwarziyê min ka dasa xwe bide min!“
Hecî ji çilobirînê hatibû, dasa xwe veşartibû, bi xwe re neanîbû.
Min got: „Tu yê çi bikî ji dasê xalê Hecî?“
Got: „Ez ê vê darê bibirim. Çi rûteke delal e! Ez ê payîzê pê gozan biweşînim.“

Ez ji bo wê rûtê çar kîlometreyan rê hatibûm. Westiyabûm û li wir rûniştibûm. Hecî qe napirse ka xarzîyê min tu hatiyî dehlê çi? Dibêje xwarziyê min ka dasa xwe bide min!

Min got: „Bise Hecî! Ez ê ji te re darê bibirim!“
Min bi du sê derban ew dar birî û das dîsa kir ber pişta xwe.

Hecî bi serê darê girt, ji erdê rakir û dîsa das ji min xwest.
Got: „Xwarziyê min ka dîsa dasa xwe bide min.“
Min dîsa berê xwe dayê û jê re got: „Tu yê çi bikî ji dasê Hecî?“
Got: „Ez ê vê darê bitapikînim xwarziyê min.“

Tapikandin li ba me tê wateya birrîna şaxên darê. Min jê re got: „Bise ez ji te re bitapikînim jî xalê Hecî.“
Min dar tapikand û dîsa das kir ber pişta xwe.

Hecî dara rût kir nav destê xwe, bir û anî, dîsa das ji min xwest.
Got: „Xwarziyê min, ka dîsa dasa xwe bide min!“
Min got: „Tu yê çi bikî ji dasê Hecî?“
Hecî got: „Ez ê vê rûtê sipî bikim.“

Sipîkirin, li ba me tê wateya qeşartina darê. Yanî rakirina tovil/qalikê darê.
Min got: „Ka bisekine ez ji te re sipî jî bikim Hecî.“

Min dar sipî kir, bi serê dara rût girt û das dîsa kir ber pişta xwe.
Piştî demekê Hecî got: „Xwarziyê min ka îca rûtê bide min!“
Min got: „Tu yê çi bikî ji rûtê Hecî?“
Hecî got: „Heke tu rûta min bidî min, ez ê êdî herim gund.“
Min got: „Xalê Hecî, ji xwe ez ê jî êdî biçûma gund. Tu dixwazî, ez rûtê ji te re heta gund bînim?“
Hecî got: „Wele xwarziyê min, madem tu yê jî werî gund, te rût bi xwe re bianîya gund baş bû.“

Hecî li pêş, ez li paş, min rût kir ser milê xwe, em ber bi alîyê gund ve bi rê ketin. Nebêjin ka ji giraniya rûtekê ê çi bibe, tu xwe bi milkirina rûtekê mezin dikî. Rût ter e û pênc şeş metreyan dirêj e. Di ser de jî rêya gund asê ye û çar-pênc kîlometreyan dûr e.

Ez û Hecî, ew li pêş ez li paş em heta nava gund hatin. Ji ber bar li ser milê min bû, ew ji min bileztir diçû. Di nav gund de du rê ji hev vediqetin. Rêyek diçe taxa jorê, rêya din jî diçe taxa jêrê. Hecî li taxa jêr rûdine, em jî li taxa jorê. Hecî berî min xwe gihandiye serê rê û li hêviya min e ji bo rûtê ji min bistîne, ez û ew em êdî di rêya xwe de herin.

Min xwe gihand serê rê, silavek li Hecî kir û bi barê ser milê xwe ve ketim rêya taxa jorê û di rêya xwe de çûm. Hecî li pey min bang kir got: „Weleh xebera te ye xwarzîyê min! Te birî, te tapikand, te sipî kir, te kir ser milê xwe, te ani! Dar ya te ye, das ya te ye! Ê ehmeq ez im ku di dilê xwe de te ehmeq dihesibînim! De here oxira te a xêrê be! Hezar xêrê jê bibînî!“

About The Author