Xêr û bereketa vîrûsa Koronayê

Serok û elokên dinyayê her serê deh salan vîrûs û nexweşîyekê li dinyayê belav dikin û qûşê li xelkê diqetînin. Piştî go têra xwe xelkê ziravqetandî dikin û çend hezaran jî dikujin, îcar dermanê wê nexweşîya xwe derdixin piyasê û şîrketên dewletên mezin têra xwe derman difroşin û bi milyonan dolar qezenc dikin.

Axir…

Piştî vîrûsa Mars û Mers ê, niha jî vîrûsa Koronayê li serê xelkê kirin bele û li seranserê cîhanê dest bi kujtina xelkê kirin. Li gor tê gotin, vîrûsa Koronayê ji vîrûsa Mars û Mers ê hatiye çêkirin, reng û hêza wê hatiye guhertin û wek çek û sîlehek biyolojîk tê bikaranîn. Ji ber vê yekê jî bandora wê zêdetir e û divê em xwe jê biparêzin.

Li gor şêx û hecî û sofî dibêjin, vîrûsa Koronayê bi dû awayî meriv dikuje.

Li derve û li hindur.

Li derve heke kesên ku bi vê quzilqurta Koronayê ketibe bi ser we de bipişke û peşkên wê li we bikevin, xwedê ji we stend û kera nîha kefenê sed bavê we, hûnê pê bikevin û pê nexweş bikevin. Heke tevgera bedena we xurt û berxwedêr be, belkî xelasîya we jê hebe. Na heke laş û bedena we jar be, hûnê kefenê xwe deynin ber serê xwe û berê xwe bidin axreta gewrik.

Helbet li hindur jî Hecî Korona dev ji meriv bernade. Belkî rasterast we nekuje, lê hem psîkolojîk û hem jî bi sedemên din dibe sebeba kujtina we.  

Meselen kesên ku di malên xwe de ji ber tirsa Koronayê xwe vedişêrin û ji malên xwe dernakevin çi tê serê wan?

  • Ji ber tirsa mirinê psîkolojîya wan dibe wek şorba nîskê
  • Ji betalî zêde xwarinê dixwin û zik li wan dibe meşk
  • Ji betalî wê jin û mêr bazdin ser hev û qûşê li hev biqetînin, wê ji taqat û qidûm bikevin û wê tir di wan de bibin fis.

Û gelek sedemên din bi saxî meriv di mal de dikujin.

Ez serê we zêde neêşînim, kezebşewityê vîrûsa Korona hem li derve û hem li malê qûnê li meriv diqetîne û xelas.

Hay ji xwe hebin û zêde ji malên xwe dernekevin gidî….

About The Author