Bihêlin bela qûnê li hev biqetînin

Serokê sererd û binerd ê Amerîka û dinyayê Serok Dîko, ango serok Trump, di derbarê şerê Tirkî û Sûrî de lotikek bêîman avêt, axivî û da lotikan.

Serok Dîko, ji çapemenîyê re anî zimên û got ku „em difikirin leşkirên xwe ji gelek deverên cîhanê paşde bikşînin û Sûrîye û Afganistan jî di nav wan deveran de ye“.

Serokê sererd û binerd Serok Trump piştre mijar anî ser şerê navbera Tirkî û Sûrîyê û got: “ Êdî pêwistî nîne ku em leşkirên zêde bişînin Afganistan yan jî Sûrîyê. Me komek leşkirên xwe ji bo paraztina petrolê li Sûrîyê hiştine, ew bes û zêdeyî serê me ne. Ji xwe me li Sûrîyê tenê sînorê navbera Tirkîyê û Sûrîyê diparazt. Birastî çima me ew sînor diparazt ez nizanim, belkî jî ji ehmeqîya me bû. Me petrol misoger kiriye, bihêlin bela Tirk û Erebên qûnreş şerê hev bikin û qûnê li hev biqetînin, ma ji me re çi babam“ û pêde çû…

Werhasilî kelam, serok Dîko êdî ne pozê xwe dixe nav pelûla Tirk û Ereban û ne jî qûna xwe bi wan dişo wesselam. Ji mêro re tenê petrol û dolar girîng in û hew…

About The Author