Serok Barzanî di dilê me de dijî

Îro 1ê Adarê ye, 41emîn salvegera wefata rêber û serokê milletê Kurd Mele Mistefa Barzanî ye. Serok Mele Mistefa Barzanî 41 sal berê, di 1ê Adara 1979an de ji nav me bar kir û koça dawî kir.

Mele Mistefa Barzanî 14ê Adara sala 1903an li gundê Barzan ji dayîk bû. Ji temenê 3 salî û heta bi koça xwe ket ber xezeba dijmin û dagîrkerên Kurd û Kurdistanê. Barzanî heta bi dawîya jiyana xwe serî li ber dijminên hov netewand û doz û mafê milletê Kurd parazt.

Mistefa Barzanî, bi xebat û şerê xwe yê mafdar ji Kurdan re bû çirûska agirê hişyarbûn û berxwedanê û Kurd bi seranserê cîhanê dan naskirin. Barzanî, bi lehengî, şarezayî û Kurdayetîya xwe di dilê dijminên hov de bû tirs û xof û herweha ji Kurdan re bû nîşan û sembola geşbûna hestên netewî, bû rêber û pêşewayê berxwedan û şerê pêşmergeyatîyê.

Xebat, berxwedan û tekoşîna Serok Barzanî bandora xwe li her çar parçeyên Kurdistanê kir û hestên netewî di mejî û giyanê Kurdan de xurt kir. Bi saya ked û tekoşîna wî îro Başûrê Kurdistanê gîhaye asta azadîyê û ala ku ji Pêşewa Qazî Mihemed dewr girtibû, di dilê Kurdên seranserê cîhanê de pêl dide û li ba dibe.

SerokMele Mistefa Barzanî dawîya sala 1975an nexweş ket û ji ber nexweşîya xwe çû Amerîkayê. Roja 1ê Adara Sala 1979 li Amerîkayê wefat kir û ji nav me bar kir.

Her çiqasî Serokê netewî Mele Mistefa Barzanî ji nav me bar kiribe jî, ewê di dilê her Kurdê netewperwer û xîretkêş de her bijî û neyê jibîrkirin.

Cihê wî bihuşta nûranî be, bela Kurd û Kurdistan sax be.

About The Author