Mai 29, 2023

Zava zava zava zava kekê mino zava!

Xelk nikarin zarokên xwe bizewicînin, heta qelenê zarokên xwe didin çavê wan derdikeve, hinek jî hene bi çewalan pere mesref dikin û kerên xwe dizewicînin. Kesî zewac û govenda keran dîtiye ji bo xwedê!

De binerin bê yekî Tirk çi kiriye.

Li bajarê Mûglayê, Tirkê bi navê Enver Yalçin, 3 hezar dawetîye li xelkê belavkirin û ew dawetî ?ahîya zewaca herdu kerên xwe kirin. Yanî wê mêro herdu kerên xwe (kerê nêr û kera mê – ker û maker) bi dovend û dîlan, bi hella hella bizewicîne û wan bera ser hev de.

Enver Yalçin herweha dawetnameyek ji Lotikxanê re jî ?andiye û temamê nivîskar û xwendevanên Lotikxanê dawetî merasîma zewaca kerên xwe dike gelî xwendevanan.

Dawetname li cem me ye cîgerlerim. Kesê bixwaze di daweta „keran“ de be?dar bibe û xwe bigevizîne, bela serî li Lotikxanê xe.

Tirkiye