Pi?tperdeya Romeo û Julîet!

Kurd êdî hewl didin pi?tî 200 salan dest bi lotikên xwe? û ge? ên ?angoriyê bikin. Li gorî saloxên fesadên Taqsîmê, ?anogerên me yên modern ên Kolana Îstîklalê û Beyoxluyê ku li ser ?êlimên Kercosê sond xwarine wê lotikeke bêîman bavêjin! Lê Lotikxane lotikeke xwe?tir davêje û pi?tperdeya Romeo û Julîet e?kere dike.

Lotikxanê pi?tî xebatên xwe yên rew?enbirî û çandî yên li ser berhema navûdengî ya William Shakespeare, Romeo û Juliet çend replîkên vê lîstikê bi dest xistin. Kerem bikin bixwînin. Lê eman eman behsa vê lîstikê ji dergistiyên xwe re nekin!

rome

1-

Romeo:  Waaa keçika bedew! Navê te çi ye lê? Xecê ye, Zîn e, Binev? e nayê bîra min lê ti?tê zanim tu weke hîva çarde?evî diberiqî. De ka bêje ji min re keçê, tu çima min na hebînî?

 Dixwazî here ji Xaltîka Fatê bipirse weleh bileh ew jî dizane di ser min de mêr tune ne.

Ê de bêje lê çima van rondikan ji çavê min dibarînî û min ji bihû?ta xwe bêpar dihêlî?

Ma tu nabînî ez weke gayê li trênê matmayî dinêre li ezmanê heftan çavê xwe li te digerînim.

Na! Tu jî zanî lotikên min wê te bie?înin û lewma ji min direvî!

Julet: Waaa Romeo! Tu çima weke Mem ne lihevhatî û qe?engî lo? Ka ji min re bêje! Tu zanî ez qet ji derewan hez nakim. Te 300 sal berê çav berdabû kîjan keçikê ha?!

Awirên xwe ji min ne revîne û bes viran bike! Min ji hevaleke xweyî gelekî nêz bihîstiye. Heta ew jî wê keçikê nas dike. Navê wê jî Zîn e!

Tu çima ji min vedi?êrî? Haa berî ji bîr bikim wê rojê Xaltîka Fatê jî çend gotinên ne xwe? li ser te û tolaziya te kirin. Ma ez çawa bi te bawer bibim lawê nizanim çi? Ez destê xwe didim ku dera te yan tir jê tê yan jî vir kuro!

 Lê ez dîsa jî di ?ibakeya kadinê de weke çêleka ku bêrîvan ?îr jê dido?e çavê xwe li ezmanan li te digerînim.

2-

Romeo:  Belê bi wî Xwedayê mezin û dilovan kim ji te fêm dikim. Lê ji bîr neke Juliet, ez ne Mem im. Û Beko jî niha li welatê me najî û rebenê xwedê ji bo karekî demsalî bar kiriye çûye welatekî din. Lewma divê tu bi min bawer bî. Baweriya xwe qet bi lotikên Xaltîka Fatê neyîne. Her çiqas ne yeke virek be jî carna valahiya Beko ew tije dike û me berdide hev keçê.

Ma qey bi serê wê ketiye em kirîvê hev in. Ma tu nizanî ?ivan Perwer ev mesele ji hev safî kiribû û kirîvtî mirîvtî ne hi?ti bû. Ka bêje ji min re Julîet, ma ez mecbûrim sinet bibim! Dînê me ne yek be jî mane em jî di eynî doxînê de dimîzin keçê!

Belê ez niha ba? ji te fêm dikim Julîet. Xuyaye tu min naxwazî û te dil daye wî lawikê Zembîlfiro? ku ji bîrçîna bêhneke genî ji devê wî tê!

Juliet: Yaw kodika kemaçê ez ti?tekî ji te fêm nakim. Ka ev çi ye tu wisa tew?o mew?o ti?tan dibêjî? Ma ewê ku hatiye li hawîrdora min digere û bûye perwane ne tu yî? Ma ev jî derew e kurê cermenên pozbilind!

3-

Romeo:  Erê tu rast dibêjî. Ma çi bikim hermet. Min hew xwe girt û ez hatim. Lê ji bîr neke ez ne vala hatime. Min gelek ?îret ji pêxwas û qiriqên Diyarbekirê standine. Û min jî biryar da ku êdî weke wan li daweya xwe xwedî derkevim.

Heta doh min ti?tekî pir eyb jî kiriye. Lê çi bikim madem tu dibêjî derewan neke naxwe ezê bêjim. Ka guhê xwe bîne bila kes pê nehise. Min bi dizzzzîka ji te hez kiriyeee ?i????!   

Ji ber vê ez niha jixwe nefret dikim. Ma ezê çawa êdî derkevim sûkê û herim xançepekê keçê?! Hemû tu bûyî sedem!

Juliet: Axxx Romeo ma te çima berê ev ne got kurê sê? Ku te berî niha ji min re bigota, ma min ji wî qe?merê ku selik dane ser milê xwe û li kolanên Ferqînê digere hez dikir?!

Heta berî wî jî ku te ji min re bigota, ma min diçû ji Mem ê ku ?ewka xwe avêtibû nav ava Heskîfê hez dikir!

Axxx Julîet, carna wextê te dibînim Mem bibex?îne Zembîlfiro? na looo Cembelî yan jî Siyabend tê ber çavê min! Axx û waxx tu nizanî min çi lotikên xwe? bi wan re diavêtin. Lê her ku tu li teni?ta min bûyî jî sed heyf û mixabin ku min te ne dîtiye!

Dawiya vê lîstikê niha ne amade ye. Ji ber ku di nav çanda welatê ku wê ev lîstik lê bê pê?ke?kirin de gelek alternatîfên hesûdî, xapandin, xêrnexwazî û bêmiraziyê hene û her wiha ji ber ku serê me jî tevlîheve me ev be? vala hi?t!

Jêrnî?e: Provayên Romeo û Julîet ji aliyê ?anoya Avesta ve didomin. Em li ser navê mendîlfiro?, tînercî, torbecî, hewî û zirbavên zarokên kolanên Beyoxliyê bi hêviya lotikên xwe? û ge? serkeftinê ji wan re dixwazin.

About The Author