• Di. Jun 28th, 2022

Cemîl Cewher

Hem zordar û hem sûcdar

Cemîl Cewher Kê nifir li PDK û Barzanîyan kiriye em nizanin. Kê nivişta reş ji wan re çêkiriye dîsa em nizanin. Lê em tiştekî zanin ku ew jî ev e;…

Azadî xweş e, lê azadîya bi sînor

Cemîl Cewher Gotinek heye dibêjin; “ Emrê leglegê çû bi teqreqê “. Xuyaye ev jî mesela me û kakacanan e. Çûn û hatina Hewlêr û Bexdayê kirine wek çûn û…

Ê de bajo xalo can, bajoooo!

Endamê Konseya KCK û qeraseyê zilaman xalê me Cemîl Bayik, dîsa çend lotik avêtin û ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî. Cemîlê me bi taybet li ser netew-dewletbûnê û…

Mala xwedê ava, înşallah Kurd bibin zava

Lotikvanên PDK û YNK bi serokatîya kek Mesûd Barznî civîyan û çend lotikên ademî, xweş û germik û nermik avêtin. Di vê dema zîz û girîng de civîna wan û…

Kê li ser te xwendiye xalo can?

 Hevserokê PYD xalê we Salih Mûslim, li Parlamentoya Ewropayê, di semînerek taybet de axivî û dîsa lotikek qerase li nav guhê Kurdistanek serbixwe xist û dijminatîya PDK kir. Xalê me…

Bijî tirşika xalê me Salih!

Berî niha berpirsê çapemenîya YPG Polat Can lotikek xweş avêtibû û piştgirî dabû brayên xwe yên pêşmergeyên ku şerê zinêkarên DAÎŞê dikin. Û niha jî Hevserokê PYD xalê me Salih…

Silhedînê me dîsa çû tewafê

Hevserokê HDP, xortê lihevhatî û seksî  Selahattin Demirtaş, tevî şandeyek qerase berê xwe da Hewlêrê û ji alîyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve li ser xalîçeya sor hat pêşwazîkirin.…

Bajo mamo can!

Belê, hevserokê Kurdên sererd û binerd mamê me Cemîl Bayik, hevpeyvîbek qerase bi televizyona NRT re kir û da lotikan. Mamê me Cemîl Bayik, di hevpeyvîna lotikvanî de anî zimên…

Mamê me bûye dergevanê zindanê

Cemîl Cewher Kurdistan parçekirî ye, di nav hirç û hovên Tirk, ereb û Ecem de hatiye parçekirin, Kurd hatine destgîr kirin û di zindanên van her çar dewletên hov de…

Besê tu Besî, welle bille tu Besî.

Belê, dibêjin generala Çiyayê Qendîlê xaltîka we Besê Hozat dîsa daye lotikan û kerbê xwe di serê PDK û Barzanî re derxistiye. Ne li ser bextê me be, li ser…

Îcar wê têr goştê elokan bixwin

Cemîl Cewher JI bo ku referandûma serxwebûnê neyê lidarxistin û ji bo ku Kurdistan serbixwe nebe, ji her alî de êrîşî PDK û Barzanî tê kirin. Cehş, nîvcehş, çep û…

Guharê neyaran!

Wek hûn zanin gelî lotikvanan, Balyozê Amerîka yê li Enqerê Con Bas ragihandibû ku ew êdî çek û pêdivîyên leşkerî nadin YPGê. Di vê derbarê de Endamekî Serkirdatiya PDK-S jî…

Bozan abê herkes kir xayîn kuro

Cemîl Cewher Li ser bextê fitne û fesadên Kantona Qendîlê be, dibêjin Endamê Rêveberîya PKK xalê we Bozan Tekîn çend lotik avêtine û ji Çira TV re çavê xwe girtîye…

Kê qezenc kir?

Cemîl Cewher Belê, Sûr aAmedê, Cizîr, Silopî, Şernex, Nisêbîn, Hezex û hinek bajarên din wêran bûn, xelk şerpeze bûn, mirin û derbeder bûn. Bi sedan xort û keç û zarokên…

Fatê were daweta bê tembûr!

Cemîl Cewher Serokek ji serokên Kurdên sererd û binerd Adanalî Duran Kalkan abêmiz da lotikan û di derbarê felaketa Cizîrê de axivî. Kalkan ê ku ev 40 sal in hîna…

Şerê terş û talanê dest pê kir

Cemîl Cewher Belê, başûrê Kurdistanê di nav qeyrana aborî de avjenîyê dike û rewşa aborî xirab e. Dizî, bertîl û gendelîyê malik li başûrîyan xirab kiriye. Hikûmeta Kurdistanê ketiye wê…

Kerkûk azad bû, ma Hewlêr, kilîlîlîlîlî!

Cemîl Cewher Kurmê darê ji darê ye keko.. Wax li miiinnn û wax li min! Çawa ku kew dijminê qewmê xwe ye û qewmê xwe dixe dafika nêçîrvanan, Kurd jî…

„Öz yönetîm“ bû „Koç yönetîm“

Cemîl Cewher Belê, Kurd dîsa mecbûrî koçberî û derbederîyê bûn. Kurdên ku di van çend salên dawîyê de hinekî rehet bûbûn, hinekî halxweş bûbûn û bêhna wan hatibû ber wan,…

Kurmê şîrî heta pîrî

Cemîl Cewher Belê, ker û dehşikên me li devê derîyên xelkê dizirin û dîsa aramî û destkeftîyên Kurdistanê didin ber lotik û zîtirkan. Mahne û sedemên piçûk mezin dikin, di…

Keçelo kumê min li serê te

MÎT a Tirk bombeyan di nav civînên wan de diteqîne, êrîşî Barzanî dikin. Ji sibê heta êvarî bi MÎT a AKP re qaşo mizakere û pêvajoyê dimeşînin, êrîşî Barzanî dikin.…

Bajo mêvano bajooooooo!

Cemîl Cewher Belê canekem û qurbanekem…. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, xortê çeleng û seksî kak Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e û meydana xebata…

Tirkmanc bûne bela serê Kurdan hayhooooo!

Belê, hefsarê Kurdên xwelîser di destê Tirkên dolheram de ye û serê wan jî di nav doxîna wan de ye. Ev Tirkên ku bi ray û dengê Kurdên xwelîser bûne…

Yek li nêl dixe, yek li bizmêr

Kurd û Kurdistan ji gellek siyasetmedar û bazirganên siyasetê re bûye qada lotik û zîtirkan. Hinek malbat hene ku her ferdek wê ji partîyek dewletê re kar dike. Hinek di…

Dora xwe danîbû ser tenûrê, lê nebû qismet

Belê, xalê we Osman Ocalan hevpeyvînek bi rojnama Awêne re kiriye û bayek ji ber serê xwe berdaye, gilî û gazindên xwe kiriye û pora boyaxkirî hilçinîye. Osmanê me di…

Lotikên PKK û siyaseta PDK

Roj namîne ku PKK û hevalbendên wê êrîşî  PDK û Barzanî nekin û wan di refê dijminde nebînin. Çi li bakur be, çi li rojava be, çi li rojhilat û…

Tiştên din nekin, kumê xwe deynin ber xwe bes e kaka…

Belê, kolandina xendeq û mendeqên li ser sînorê başûr û rojavayê Kurdistanê serê Kurdan dêşîne. Kurdan di çavê awira gelemperî de reş dike û dilê dijminan bi me xweş dike.…

Wey şikir ji xwedê re!

Belê, nêzîkî 5 meh bi ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê re derbas bûn, lê heta niha jî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin. Belkî di tu welatan de nehatiye dîtin…

Çima başûr xwe xwedîyê Kurdistana mezin nabîne?

Birastî ev pirsek watedar û manîdar e. Çima Kurdên başûr û bi taybet jî PDK û Barzanî xwe xwedîyê Kurdistana mezin nabînin? Yan xwedîlêderketina Kurdistana mezin tenê bi gotin û…

Tir di xalê me Kemal de kirin fis

Xalê me Kemal Seyid Qadir, yek ji wan kesan bû ku li dijî dirêjkirina serokatîya Mesûd Barzanî derdiket. Û tew mêro xwe wek namzetê „Serokatîya Kurdistanê“ jî danîbû. Rebeno ketibû…

Dîsa tilîyek avêt bin dûvê Kurdan

Paraztina destketinên başûrê Kurdistanê erka her Kurdê xwedî xîret û welatperwer e. Kesên ku van destketinan neparêze û di dema îro de şerê başûrê Kurdistanê û hikûmeta federal bike, divê…