Besê tu Besî, welle bille tu Besî.

Belê, dibêjin generala Çiyayê Qendîlê xaltîka we Besê Hozat dîsa daye lotikan û kerbê xwe di serê PDK û Barzanî re derxistiye.

Ne li ser bextê me be, li ser bextê Zernews ê be, dibêjin xaltîka we Besê Hozat, ewa Alewî û ji Tûncelî, bi mîrkutan rabûye ser serê PDK û Barzanî û kela dilê xwe hênik kiriye.
cemil-cewher
Wek hûn zanin, generalên Qendîlê bi şerê xendek û koncalan malik li Kurdan birin mîratê, nîhan kefenê 101 bavê Kurdan û bajarên wan wêran kirin. Bûn sebebê ku dewleta Tirk ew çend bajarên ku Kurdayetî û Kurdîtî lê mabû, bi erdê ve bikin yek. Ev şerê ku ev 40 sal in bi şêwr û mişêwr tê meşandin û ji Kurdan pê ve zirar nedaye kesekî din, îro jî bi heman taktîk û stratejîyê dinya li serê Kurdan kiriye zindan.

Axir…

Mesela me li ser Hevseroka KCK xaltîka we Besê Hozat (Hülya Oran) bû.

Dibêjin xaltîka Kurdên xwelîser Besê Hozat, di hevpeyvînek xwe de PDK û Barzanî kiriye şirîk û sersebebê wêrankirina Sûrê, Cizîrê, Şernexê, Silopîyê, Hezex û Nisêbînê û gotiye: „Kesên ji me re dibêjin cudaxwaz xelet difikirin. Tu stratejîyek me ji bo Kurdistanek serbixwe tuneye. Me netew-dewlet di sala 2000an de ji bernameya xwe derxist“ û pê de çûye.

Lê lotik û zîtirkan herî girîng a li ser PDK bû. Wek hemû siyasetmedar û lotikvanên PKK, KCK, PYD û HDP, Besê Hozat xanimlerî jî xwe ji karwanê êrîşan paşde nehişt û sûc hemû xist stuyê PDK û Barzanî.

Çi lotik avêtibe başe?

Besê xanim gotiye: “ PDK (yanî Barzanî û partîya xwe) li bakurê Kurdistanê dest daye destê dewleta Tirk û bi hevre wêrankarîya Sûrê, Cizîrê, Şernexê, Silopî, Hezex û Nisêbînê pêk anîne. Ji alîyê din, PDK li rojavayê Kurdistanê alîkarîya ÎŞÎD û El Nûsra dike û êrîşî xelkên rojava dikin“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Yanî, li gor Besê Hozat xanim efendîlerî, Sûra Amedê, Cizîr, Şernex, Silopî, Geverê, Hezex û Nisêbînê bi destê PDK (Barzanî) û çeteyên AKP hatine wêrankirin, ÎŞÎD û El Nûsra jî bi alîkarîya PDK êrîşî xelkên rojava dikin ha.

Wey rojbaş xaltîka Besê, rojbaş!

Gunaydin!

Good morning!

Sebeh el xêr!

Guten morgen!

God morgon!

Naxwe ewqas bajarên bakurê Kurdistanê bi destê PDK hatine wêrankirin û rûxandin ne wilo!

Ê başe keşko, ê başe delala Tûncelîyê, ê başe Alewîyê, çepê, şagirta Yalçin Kûçik, madem we zanîbû wê bajarên bakurê Kurdistanê bi destê PDK û çeteyên AKP (!) bên wêrankirin, çima hûn bûn sersebeb û we ew fersend da wan keçko?

Madem wilo ye, çima we xendek û koncal di bajarên Kurdistanê de kolan û we ji PDK û AKP got „FERMO werin wêran bikin“ keçko?

Madem raste PDK bûye bûye sebebê wêrankirina bajarên Kurdistanê, naxwe bi xêra dê û bavê xwe qencîyekê bikin, herin li bajarên Tirkîyê jî xendek û koncalan bikolin, bela PDK û Barzanî bên wan bajarên Tirkîyê jî wêran bikin, ma nabe? Yan hûn rê nadin ku PDK bajarên Tirkan wêran bikin? Yan hûn qebûl nakin ku PDK bajarên netew-dewleta Tirko wêran bike?

Na keçko na, wele nabe û bille nabe.

Ez bi serê te û 101 bavê xelklerên te kim, ne hûn û ne jî serokê we Yalçin Kûçik nikarin avê li destê PDK û Barzanî bikin.

Hûn kirasê xwe biçirînin jî, hûn xwe bidirînin jî, hûn serê xwe li hêt û dîwaran jî bidin, wê referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bê, wê Kurdistan serbixwe
bibe û wê PDK jî serê govenda serxwebûnê bikşîne û xelas..

Hewlêr

About The Author