Mamê me bûye dergevanê zindanê

Cemîl Cewher

Kurdistan parçekirî ye, di nav hirç û hovên Tirk, ereb û Ecem de hatiye parçekirin, Kurd hatine destgîr kirin û di zindanên van her çar dewletên hov de zindankirî û hêsîr in. PDK û Barzanî hewl dide ku vî millet û welatê zindankirî ji zindana dijminan rizgar û azad bike da ku Kurd zincîrên koletîyê bişkînin û di welatek azad û serbixwe de bijîn.
cemil-cewher
Kurd û Kurdistan bi dijminan dorpêçkirî ne, ango ji xwe di zindanên dijminan de dijîn. Di vê zindanê de PDK jî heye, YNK jî heye, Goran û partîyên din jî hene. Lê xuyaye zindan û zindankirina îro li xweşîya hinek alîyan tê û naxwazin Kurd û Kurdistan ji van zindanên dijmin azad bibin, dixwazin Kurd hertim di zindanên dijminan de bijîn û Kurdistan jî di zindanên bindestîyê de her û her binale.
Axir…
Mesela me li ser helwest û gotinên mamê me Newşîrwan Mistefa bû.

Li ser bextê fitne û fesadên nava tevgera Goran û YNK be, dibêjin serok û girgirekê Tevgera Goran mamê me Newşîrwan Mistefa, li Hewlêrê bi hejmarek kadroyên YNK re civiyaye û dest bi lotik û zîtirkên Soranî kiriye.

Mamê me Newşîrwan Mistefa, di civîna lotikvanî û zîtirkvanî de teqil li xwe xistine û gotiye: “Kakacan, em dixwazin dewletekê ava bikin ku ji bo welatîyan bibe sedema xweşîyê. Em naxwazin dewletekê damezrînin ku ji bo welatîyan bibe zîndan” û girêz ji devê wî herikîye.

Yanî, tu dibê qey Kurdistan rizgar bûye, sîstema welêt ne li gor dilê wî ye û mêro dixwaze sîstemek nû ava bike ku Kurdistanê li Kurdan nebe zindan.
Law mamo, canekem, ma Kurdistan ji zindana dijniman derketiye ku tu doza sîstem û mîsteman dikî baba?

Ka berê xwelîya heft gundan li serê xwe bikin, welatê xwe ji nîr û zindanên dijminan azad û serbixwe bikin bavo, piştî serxwebûnê guhertina sîstemê jî rehet e, ya quzê kerê jî.

Ma heta welatek azad û serbixwe nebe, meriv behsa tirşika sîsteman dike mamo!
Werhasilî kelam, mamê me Newşîrwan Mistefa dîsa li def û zirna Îranê xist û wek dergevanekî zindanê wirde çû û virde hat.
Xuyaye mamê me Newşîrwan dîsa têr goştê elokên Îranê xwariye û hatiye Hewlêrê behsa zindan û dergevanîyê dike.
Ê de noşîcan be mamooooooooo!
Hewlêr

About The Author

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.