Qereçîyên nav me

Qereçiyên nav me pir resen-hur in. Kurmanciya wan zêde nelewitiye; heta ez karim bibêjim hîç nelewitiye. Xwebixwe ne û zêde kar û barên fermî nakin, loma her bi kurmancî dijîn.
devliken
Li çiya û zozan û beriyên Kurdistanê bi rengê axê, bi zimanê axê dijîn. Pîne li zimanê wan neketiye.
Cemîlê aşiq yek ji aşiqên Mêrdînê yê herî berbiçav-popîler e. Şahê defê ye. Di dawetên herî navdar û rewşên herî awarte de her ew li pêşiyê ye û defa wî di stuyê wî de dike gurmînî…
Wê rojê ew û birê min li deverekê li hev rast tên û dipeyivin.
Birê min wek her xortî telefona wî di dest de di feysbûkê de digere. Cemîlê me li kêleka wî rûdine ew jî li ser stuyê xwe re dinêre; bala wî dihere ser feysbûkê. Birê min di rûpela min de ye, nivîsên min dixwîne. Cemîlo çav li wêneyê min dikeve. Çav di serî de dibin tas, bi haweyekî ecêbmayî dibêje,
„Ahoohoo! Ev kî ye law? Çi simbêlê wî heye. Viya kare bi simbêlê xwe zilaman daliqîne.“
Birê min dikene, dibêje, „Birê min e.“
Piçekî din xwe li ber xweş dike, dibêje, „Ez viya nas dikim, kuro. Ev ne hunermend e?“
Birê min dibêje, „Nivîskar e.“
Piqînî bi Cemîlo dikeve, dikene, dibêje, „Kuro, ma navê wî çi xweş e; him Devliken, him Kelogirî…“ û dîsa dibe hakehaka wî.
Piştî kêliyekê zingînî bi telefona wî dikeve. Tu nabê hinan mitorsiklêtê wî dizî ye. Yê lê digere diz kifş kiriye.
Ji nişka ve dengê wî bilind dibe û hêrs û aciziya wî li wê derê olan dide. Peyva xwe xelas dike nake difitile ser lawê xwe, dibêje, „De heydê bilezîne em herin. Maşalê jina wî ciwan be. Em ê îro li kêfê xin…“ û lê dixin diherin…

About The Author