Qantir za! PDK-Bakur biryara yekîtiyê da

Şikir ji xwedê re. Piştî telefon, maîl, çûn û hatin û dan û stendinên neh deh salan, girgirek û lotikvanên du alîyên PDK Bakur biryar dan ku bibin yek û dest bi lotikan kirin. Her 5-6 PDK Bakur ên ku tu pirsgirêkek wan ên îdeolojîk û rêxistinî bi hev re tuneye û pirgirêkên wan tenê şexsî û malbatî ne, heta îro li ser navê Rêbaza Barzanî û bi helwest û pêşbirka „Kî zêdetir Barzanîcî ye“ ketibûn maratonê, ziyanek mezin dan Kurdên Bakur û xewn û xeyalên wan têk birin, hêvîyên wan şikandin. Ewên ku li ser mîrata Faîk Bûcak û Saîd Elçî rûniştin û tu xebatek berbiçav nekirin, bi salan li ser pişta PDK Başûr û Barzanîyan lotik avêtin, çêrîyan û ji bo çend zerfên zer yan sor bistînin hem xwe û hem jî dildarên PDK û Barzanîyan piçûk xistin. Hem li Bakur û hem jî li Başûr rêz ji xwe û ji me re nehiştin û mixabin navê PDK jî herimandin.

Axir, dibêjin mero ji nîvê rê jî vegere baş e.

Du alîyên PDK-Bakur bi daxuyanîyekê ragihandin ku wan biryara yekîtîya rêxistinî dane û bi kongreyek yekgirtî wê dest bi lotikên xebatek xurttir bikin.

Pîroz û bimbarek be rebbî!

Heta xort bûn, heta xurt bûn, heta taqat di wan de hebû nebûn yek. Lê piştî ku por û simbêl û mûyê sînga wan spî bû hişê wan hat serê wan û biryara yekîtîyê dan. Wek dibêjin, heta me xwe nas kir me emir derbas kir.

Lê dîsa jî lotikek pîroz e, dereng be jî hêjayî pesindan û piştgirîyê ye.

PDK-Bakur ragihand ku du aliyên PDK-Bakur de li ser esasê pêkanîna yekîtiya rêxistinî li hev kirine û di encamê de biryara yekîtiyê dane.
PDK-Bakur di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku di demek nêzîk de yekîtiya xwe ya rêxistinî pêk bîne û bi kongreyek giştî yekîtiyê mîsoger bike.
Ê de kerem bikin daxuyanîya PDK- Bakur bixwînin:

“Demeke dirêj e ku di navbera aliyên PDK-Bakurê de li ser esasê pêkanîna yekîtiya rêxistinî ya partiyê dan û stendin berdewam bû. Cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ku îro ev pêvajo gihaye qonaxeke bilind û biryara yekîtiyê hatiye standin.

Rayedar û alîgirên du aliyên PDK-Bakurê gihane wê bîr û rayê ku divê PDK-Bakur di demek nêzîk de yekîtiya xwe ya rêxistinî pêk bîne û bi kongreyek giştî vê yekîtiyê mîsoger bike.

Em her du aliyên PDK Bakur gihaştine wê bîr û rayê ku divê PDK-Bakur bi siyaseteke serbixwe û bi berpirsiyariyeke neteweyî û Kurdistanî, bi destpêk û rûpeleke nû xwe bîne ser hev û bi xebata xwe hêviyên gelê Bakurê Kurdistanê û tevgera azadîxwaza miletê Kurd geştir û xurttir bike.
Em hewl didin û dixwazin bi kongreyeke giştî hemî kes û aliyên ku xwedî li mîrata PDKTyê ya 1965an û hetanî îro derdikevin bînin cem hev û bi Partiyeke xurt ruh û giyanê kedkar û cangoriyên PDK-Bakurê şad bikin. Em vê helwestê wekî gaveke dîrokî bi nav dikin.

Eşkere ye ku dema burî zirareke mezin da PDK Bakurê û tevgera sîyasî bi şêweyek gistî. Lewra, bi navê her du aliyên PDK Bakur, em xwe wekî yek ji şirîkên lawazkirin, hêvîşikandin û bê alternatîf hîştina Bakurê Kurdistanê dibînin û bêyî ku terefekî din gunehbar bikin, lêborîna xwe ji miletê Kurd dixwazin.
Hêjayê gotinê ye ku aliyekî PDK-Bakur li gel hemî şêweyên pêwendî, daxwaz û bangên me, mixabin ku di derbarê mijara yekîtiyê de tu bersivek fermî diyar nekiriyê û di heyva Nîsana 2024an de bi logoyeke cûda daxûyaniyek belav kiriye.

Banga me li hemû kedkar û alîgirên ku li mîrata PDK-Bakurê xwedî derdikevin ev e:

Werin em bi hev re ji vê rewşa aloz a li Bakurê Kurdistanê re bibin derman. Em bi hev re rêxistin û siyaseta PDK-Bakurê xurttir bikin û doza neteweyî li bakurê welatê xwe bihêztir bikin.”

Komîteya Yekîtîya PDK-Bakur
Partîya Demokrata Kurdistan-Bakur

About The Author