Ew jî gêj bû, em jî gêj bûn

Nûrî Çelîk

Bi allahwekîl û bi şeş telaqên jinberdanê em bûne wek mirîşka gêj û hiş û meyîjê me bûye wek şorba nîskê.
Em hew zanin ne ji xwedayê ezmanan bahwer bikin, ne ji beşerên wî yên ku ol û dîn kirine wek lîztika zarokan û ha ha me pê dixapînin. Ne olek, ne du ol, ne terîqetek, bi sedan terîqet û her yekê jî xwedayek li gor xwe û ji bo berjewendîyên xwe afirandine û ha ha pê insanan dixapînin.

Me helwest û berjewendîya sofîk û mela, şêx û mişayîx û terîqetperestan fêhm kir. Li vê dinyayê berjewendî ye, mal e, pare ye, zinêkarî û dewlemendî ye. Tew em behsa 72 horîyên germik û nermik ên axretê nakin. Me ev fêhm kir.
Lê xweda û yezdan?

Ew ji evd û beşerên xwe çi dixwaze?

Birastî lo, ev çend xweda hene?

Xwedayê Mûsa pêşî Cihûtiyê dişîne û dibêje:

„Zarokên Îsraêl, hûn gelên bijartî ne“.

Paşê xwedayê Îsa Xirîstîyantiyê dişîne û dibêje:

“Îsa kurê min e”.

Di dawiyê de xwedayê Mihemed Îslamê dişîne û
dibêje:

“Muhammed qasidê min ê dawî ye“.

Tew em behsa xwedayê Bûdha û çêlekên Hindistanê nakin.

Paşê xwedayê gewre û mezin hersê olan tîne hemberî hev, wan bera hev dide û dibêje:
“ Kî qenc û jêhatî be bela ew bi ser bikeve, ê di bin de bimîne ezê tirê jê berdim” filan û fîstan.

Îcar bû çi yabo qurban!

Li ser biryar û olekê bisekine wî….

Şam

About The Author