„Öz yönetîm“ bû „Koç yönetîm“

Cemîl Cewher

Belê, Kurd dîsa mecbûrî koçberî û derbederîyê bûn. Kurdên ku di van çend salên dawîyê de hinekî rehet bûbûn, hinekî halxweş bûbûn û bêhna wan hatibû ber wan, dîsa bûn bi qurbana daxwaz û armancên pûç û vala û şerpeze bûn.

Li Sûr a Amedê, Farqîn, Nisêbîn, Cizîr û Silopî bi mahne û hinceta „Öz yönetim“ an ji Kurdên xwelîser re bûn dojeh û cehneme. Lotikvan û zîtirkvanên ku rûyên xwe digirin û niyet û armancên xwe di pişta rûdankan de vedişêrin, tirr ji xelkê reben berdan, bûn sedemê koçberî û derbederîya wan û bajarên me hêdî hêdî vala û xalî dikin.

Birastî lo, ev quzilqurta „Öz yönetim“ an çiye?

Ma beledîye û şaredarî ne di bin destên we de ne qardaşim?

Ma hûn şaredarîyên xwe bi rê ve nabin babam?

Ma ev ne „Öz yönetim“ (xweserîya resen) be, naxwe çi quzê kerê ye?

Çima hûn li bajar û metropolên Tirkoleran xendekan nakolin û doza Öz û mûz û pirteqalan nakin qardaşim?

Ma hema ev pelûl û çorbe bi serê Kurdan dabûye?

Kesî dîtiye go meriv di şaredarî û desthilatdarîyên xwe de xendeqan bikole, bibe sebebê wêran û kambaxkirina bajarên xwe û Kurdan mecbûrî koçberîyê bike ji bo xwedê!

Ev çi aqil e, çi mejî ye, çi jehr û ziqûm e!

Werhasilî kelam, ji xwe Kurdî û Kurdayetî li van çend bajaran hinekî geş û zindî mabû. Xuyaye dîsa plan û projeyên hevbeş tên meşandin da ku Kurd dev ji bajarên xwe berdin, herin metropolên Tirkîyê, çend gotinên Kurdî mabûn wan jî ji bîr bikin û bibin Tirkmanc. Çawa ku berê Kurd mecbûrî koçberîyê kirin û zêdeyî 5 milyon Kurd li bajarên Tirkoleran kêm-zêde kirin Tirkmanc, îro jî heman lîztik, heman dek û dolab li serê Kurdan tên gerandin. Çi car û dema go hinekî ruh û giyanê Kurdewarî û netewperwerî di bedena Kurdan de geş dibe, hew we dît bi çîrok û çîvanokên xeyalî Kurdistan kirin qada şer û serî li Kurdan gerandin. Û ew şer bi destên wan kesan pêk tê go kes nizane kî ne, çi ne, ji ku hatine û çi ji vî milletê reben dixwazin.

Ez serê we neêşînim, hinek Kurdên me mixabin ji xwe re zelqan, lê ji xelkê re hêkên qazê dikin. Ev 40 sal in şerekî bi şêwr û mişêwr tê meşandin. Serê dêr bi gû ye û binê dêr bi gû ye wesselam

Nisêbîn

nus

nus2

About The Author