Çiya za û mi?kek anî

jinika bukres

J berê de dibêjin “Ji dê û bava dikevin hemi hawa”.  Ji dê û bavên qelew zarokên hûrik û jar çêdibin, ji dê û bavên jar jî zarokên wek fîl û devan çêdibin. Ev jî mesela me û xanim Victoria Lacatus e.

Li Romanya xanima bi navê Victoria Lacatus a 25 salî, ku bi xwe 140 kîlo qelew e, za û jê re zarokek wek bûka baranê çêbû. Xwedê zaroka wê jê re bihêle, lê zarok jî zarok e haaaaa, malnexerabê li dêya xwe nehatiye û çend kîlo be ba? e hûn zanin?

2 kîlo û 900 gram!

Îcar hesab li cem we gelî xwendevanan, jinika 140 kîlo û zaroka 2 kîlo û 900 gram kuro!

Niha hûnê bêjin “ê law ev normal e babam, belkî xanimê nikare zarokên 10-20 kîlo bîne wî, ma bela xwe biçirîne” û lotikekê li me xin.

Heyran bi ellawekîl li cem me Kurdan ev adet tuneye cîgerim. Jinên me Kurdan yan zarokên qelew ên 20-25 kîlo tînin, yan jî xwe naherimînin û behsa anîna zarokan nakin lo. Kuro ma ne ?erm e ku jina 140 kîlo zarokek 2 kîlo û 900 gram bîne law, wîî!

Werhasil, bi sê telaqan heger jina min zarokek 2 kîlo û 900 gram bîne, ezê yekser telaqên wê têxim destên wê û wê bi?înim mala bavê wê û xelas, ihii!

Bukre?

About The Author