Sertaç Bûcak serê Hemîd, Tahsîn, Yûnûs û kesekî din xwar, wey weleeeddddddd!

Belê, zewaca bi darê zorê nabe. Encama zewaca bêdil dilmayîn û hevduberdan e.

Îcar zewaca girgirekên Platforma Kurdên Demokrat jî zewacek bi darê zorê bû, zewacek bêdil û bê hezkirin bû.

Berî niha hinek ji endamên meclîsa PDK bi belavokekê lotikek qerase li serokê xwe Sertaç Bûcak xistibûn û gotibûn „êdî tu resmîyeta wî nemaye, hew kare PDK temsîl bike“ filan û fîstan.

pdk p Kopie

Êêêêêê, ma Sertacê me û grûpa xwe di bin vê lotikê de dimînin? Na..

Li ser bextê fitne û fesadên nava meclîsa PDK be, li gor sîxurên me yên di nava meclîsa PDK de dibêjin, meclîsa PDK civiyaye û di civînê de Sertaç Bûcak û grûpa xwe bi mîrkutan rabûne ser serê wan kesên ku di derheqê wî de belavok belav kirine û ew ji PDK îxrac kirine.

Balkêş e, kesên ku îxrac bûne ji bingeha KDP tên û kesên ku KDPî îxrac kirine jî ji bingeha PSKî û hinek grûpên din tên.

Ango, mêvanan berda mazûrvanên malê.

Li gor sîxurên me dibêjin, kesên ku ji PDK hatine îxrackirin ev in:

Hamîd Kiliçaslan, Tahsîn Sever, Yûnûs Altan û kesekî din.

Wey weleeeddddd û 101 carî dîsa wey weled!

Çawa meriv ji bav û kalên xwe de KDPî be û ji alîyê kesên ku ne KDPî ne bê îxrackirin kuro!

Ma ji vê sosretê mezintir sosret heye law!

Werhasilî kelam, bawer bikin yê ku herî zêde em li ber ketin xalê me Hemîd Kiliçaslan bû.

Yanî Hemîdê me çawa da dû xalê me Sertaç Bûcak, çawa PSKî kirin serokên xwe, em hîna jî fêhm nakin.

Ma te nizanîbû go ji 1992an û virve alerjîya hinek PSKîyan li hember KDP û KUKçîyan heye xalê Hemîd?

Ma tu yê vî halî bû xwedêhişto!

Ê de derbasbûyî be qurban……

Heke nêta we û xebatek Kurdewarî hebe, kerem bikin têkevin nav refê Partî Demokratî Lotikxane (PDL) û ji wî ezabê qebrê xelas bin û hûn sax…

Qoser

kdpden

About The Author

4 thoughts on “Sertaç Bûcak serê Hemîd, Tahsîn, Yûnûs û kesekî din xwar, wey weleeeddddddd!

  1. Bira ji bilî Hemît her sêyê din jî ne PDK e ne. Tahsîn Sever, Sabrî Çelîk û Yunus jî ne ji kevneşopiya PDK ne. Ji sîxurên xweyî nav wAn de re bêjim: Kes di gûhê gê de najî qurban.

  2. Haya me jî jê heye qurban. Mebesta me Hemîd e. Em jî ne di guhê gê de ne.

  3. Ji dema ku kujtin,ixrackirin û neyarti ket nava KDP ,wê demê KDP mirar cu. Ica bi vi havi herdem beri ku cebibi wê mirar here. Demokrasiya van ji weke demokrasiya Apociyaye. Law ma ev parti milkê bavê weyi ser tapokiriye ku hun hevdu ixrac dikin.Dev ji vi hawi berdin.Bi vi hawi hun naghêjin tu armancên.

  4. „Wey weleeeddddd û 101 carî dîsa wey weled!

    Çawa meriv ji bav û kalên xwe de KDPî be û ji alîyê kesên ku ne KDPî ne bê îxrackirin kuro!

    Ma ji vê sosretê mezintir sosret heye law!“

    Ija ev kîye ê ku ji bav û kalê xwede KDPi ye? Bavê kijan ji wan, kalê kijan ji wan KDPi bû kekê Metin? Ji kerema xwere wan kesa, bavê wan û kalê wan bi nav bike. Kijan sala endambûn di KDP de van bav û kala? Yan te hema wa nivîsand ji bo ku li hev bê? Belkîjî mebesta te ew bû ku berî bibin bav û kal KDPi bûn?

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.