Berazê me şehîd ket

Berazo

Li bajarê Samsûn ê Tirkîyê, berazekî welatparêz rêya xwe şaş kir û bi xeletî di nav bajêr re derket. Gava Tirkên bajarê Samsûnê çav li berêz ketin, wek ku çav li şeytên bikevin, bi dar û beran êrîşî berazê reben kirin û ew jihevde xistin, ew kujtin.

Berazê reben nizanîbû ku insan ji heywanan heywantir bûne û derhema rehmê di dilê wan de nemaye. Berazê xwelîliser hatibû bajarê Samsûnê da ku zikê xwe têr bike û û dîsa vegere daristanê nav heval û hogirên xwe. Lê hatina wî lê bû mirin. Tirkên Samsûnê ew bi dar û beran ricimandin, kujtin û destên xwe bi xwîna berazan şûştin.

Berazê min û we ji bîr kiribû ku Tirk rehmê li berazan nakin. Hûn dev ji berazan berdin, rehmê li Kurdan jî nakin. Berazê me digot qey „Tirk meriv in, dilbirehm in û nesîbê xwe ji insanetîyê girine“. Lê Tirkên ku rehmê li Kurdan nakin û ji berazan xirabtir tînin serê wan, wê çawa rehmê li berazan bikin. Aha berazê min û we ev tişt nizanîbû. Berazê reben jî wek Kurdên dilpak û xwelîliser bi insanetîya Tirkan hat xapandin û berê xwe da axreta gewrik wesselam.

Beraz namirin!

Bijî bratîya Kurd û berazan!

Amîn!

Samsûn

domuz

About The Author