Cîgerim destê xwe xist bin kevir

Lotikvanê mezin, lehmecûn û îsotçîyê dengxwe? Îbrahîm Acises, destê xwe xist bin kevir û bû ?irîkê Al-Adel Company Groupê. Îboyê Ruhayî pi?tî dît ku nan di ba?ûrê Kurdistanê de heye û dolar wek avê diherikin, bû ?irîkê  Al-Adel Company Groupê  û wê herdu bi hevre li Hewlêr û Silêmanîyê bi hezaran xanî û avanîyan lêkin.

Di vê derbarê de Îbo?ê me dibêje:“Ez li Iraqê pir têm hezkirin û mirîdên min pir in. Ji bo fêda min bigihê xelkê Iraqê, dizê ez destê xwe têxim bin kevir“ filan û fîstan.

Tatlises herweha dibêje ku wê projeyên wan di nava 15 rojan de li Hewlêr û Silêmanîyê têkevin jiyanê û wê lotikên qerase bavêjin.

Di vê derbarê de ?irîkê Tatlises Ru?dî Saîd jî dibêje:“Bi ?e? telaqên jinberdanê, tenê em dixwazin fêda me bigihê xelkê Iraqê lo, wekî din tu niyetek me ya xirab tuneye ha“ û radigihîne ku armanca wan avakirina 50 hezar xanî û avanî ye.

Werhasilî kelam, Îbrahîm Tatlises jî destê xwe xist bin kevir û xwêya wî ket nav avadankirina Kurdistanê. Ê helbet wê ji van projeyan çend milyon dolar qezenc bike ti?tekî din e. Lê bi sê telaqên jinberdanê, fêde û berjewendîya kesekî tunebe, kes avê li destê Kurdan nake lo, ma em hevdu nas nakin babam!

Duhok

About The Author