Kera nebin nav keran

Bav û kalên me dibêjin:”Kera nebin nav keran ji bo ji hev hîn nebin tirr û fisan”.

Ev jî mesela me Kurdan, Tirk, Ereb û Ecema ye. Nizanim ne em ji wan hînî tirr û fisan bûne, yan ew ji me. Lê ez karim bi îmana xwe sûnd bixwim ku em ji wan hînî tirr û fisan bûne. Hem jî tirr û fisên bergîlkî. Me gellek adet û toreyên neinsanî ji wan stendine û xwelîya heft gundan li serê xwe kiriye. Me dev ji adet û toreyên pak û rewan berdaye û me daye dû qûna adet û toreyên dijminên xwe.

mus

Werhasilî kelam, mesela me li ser zewaca keçên zaro û piçûk bû.

De ji xwe re li vê lotika bergîlkî binerin û bifikirin bê em Kurd ketine çi halî, nav çi pelûlê.

Li bajarê Mû?ê, di 27ê meha Sibatê de du keçên zaro (11 û 12 salî) wek berdêlî dixwazin wan bidin zewicandin. Qûnekê bi navê N. A (41 salî) keça xwe M.A a 11 salî dide M.G ê 27 salî û li himberî wê jî xu?ka M.G a 12 salî (R.G) wek jina duyemîn ji xwe re dixwaze, keça xwe dike berdêlîya jina xwe ya duyemîn.

Werhasilî kelam, pi?tî hinek xêrxwaz gilîyê wan li cem walîtîyê dikin, dê û bavên zarokan tên girtin, pi?tî îfadê tên berdan. Lê herdu keçik di Dezgeha Stara Zarokan de tên bicîhkirin û ji ê?kenca zewaca xiyarên qert azad dibin.

De îcar ka bêjin gelî xwendevanan, gelî sofî, ?êx û melayên Lotikxanê:

Kî ji kê hînî tirr û fisan bûye ha?

Em ji Tirk, Ereb û Eceman hînî van lotik û zîtirkan bûne, yan ew ji me?

About The Author