Mihemedê me îmana meselê teneke kir

Mehmet Ocalan (brayê A.Ocalan) hevpeyvînek qerase da rojnameya Turkiye û îmana meselê teneke kir. Heta niha hinek zimandirêjan digot: “Mihemedê me gundîyekî xwedê ye, nikare du gotinan bîne ser hev” û ew didan ber lotikan. Lê qarda?im, bi dîn û îman, ez dibêjim heta îro belkî sayin Abdullah û Osman Ocalan jî hevpeyvînek ewqasî xwe? û di ciyê xwe de nedane çapemenîya Tirkiyê. Kuro hilandiye ha, îman li rojnamevanê rojnama Turkîye çikandiye û tirr tê de kirine fis ellawekîl. Aferîn cîgerim Mihemed Ocalan aferîn, bi sê telaqan tu qeraseyekî zilamayî!

mehmet ocalan

Werhasil, Mihemedê me di her warî de dîtinên xwe tîne zimên û bersivên pir maqûl û aqlêselîm dide pirsên rojnamevanê Tirk.

Mihemedê me di derbarê malbata xwe de bi ?e? telaqan sûnd dixwe ku “dê, bav û wek malbat xalis muxlis Kurd in û tu bêhna Tirkan ji malbata wan nayê”.

Di derbarê Qendîlê de dibêje:”Ji ber ku rêveberîya Qendîlê çareserkirina pirsa Kurd a bi rêya demokratîk xelet dibîne, naxwaze Qendîlê vala bike. Lê ez rêdana demokratîk wek gavek ba? dibînim û destekê didimê” û lotikekê li generalên Qendîlê dixe.

mehmet ocalan2
Mihemedê me pi?tre lotikek bêîman li brayê xwe Osman Ocalan dixe û dibêje:“Osman mirovekî bê ?exsîyet e û pir zû kare bê bikaranîn. Dilê min bi Osmanê me di?ewite. Insanekî bê ?exsîyet e û kare ji bo berjewendîya xwe malbata xwe û gelê Kurd bi kar bîne. Lê Apo ne wilo ye, Kurd guh didin gotinên wî“ filan û xeftan.  

Ez serê we û Mihemedê xwe neê?înim, Mihemed Ocalan xwe? ajot, hûr lêxist û kûr lêxist.

Heçê bawer neke, bila hevpeyvîna wî di rojnama Turkîye de bixwîne û hûn sax….

Enqere

About The Author

3 thoughts on “Mihemedê me îmana meselê teneke kir

  1. Ma key cebu ku Anne tirk be bav ji Kurd? Ma ev ji sermeke? Ma disa Öcalanlar bi seref u namusen u debejin em Kurden lo! Qardesim hun ji bes lotikan bavejin lo.
    Bele ew 5000 EUR wek sire dayike le Öcalan helal bi wiiii…
    Ma camera Jiyana xwe le ser Kurditaye daniye inca ev 5000 EUR ji bun mesele?

    Slav u Rez

    Goze ya Xorestani

  2. Mihoyè isotdar.xwuda te bigri, beji erè. dev ji hevè bè edeb u §erm.oso mezinè te ,u kèkè te ,yi .bo ci bènamus dibeji?yabo xwedi 2 jin yani 2 namusi.miho tu cima bè edebsizi dikiy?ji ber qè,4 kilo zer u 20 milyon dolar dizi?ji ber qè hevalen xwu da qu§tin?Miho tu qijan zimani bi rojnamevanè tirki axifi? tu ne kurdi,ne ji turki zani .ya tu ingilizi axifti?ma ibrahimè çakilmast li ruha zaningah vekir?bè sherefiyè oso ji ber ciyè?miho, tu gelek zanayi quro.hele beji,ewf ,ana tanrica,ekolojik,komfedar,federal,demokratik,kolektif ci mana u ebsuni?ma kurdiya viè ne bèxeri heyi,ya tune?eger em baxce te fistika bicinin,karin hilcinin? errrr tu ci zanayi.kevir bi bari serè me kurda .em man veki te zana.mal avai li malà .zirt ,zirrrrrrttt

  3. Ez naxwazim ku hertim nav û email a min di bin hemû nivîsaranda derkeve, min tishtek jê vê femnekir? Ji kerema xwe gava ku ez dinivîsînim bila bê lêkirin lê, di bin hemu nivîsaranda. Serketin ji bo LOTIKXANÊ. Bijî Kurd û Kurdistan.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.