Xanima nermik Newroza we pîroz dike

Belê, xanima germik û nermik, bedewa memiknepoxî, keleşgewra malxirab Jordan Carver, bi taybet çend wêneyên xwe ji bo doxînsistên  Lotikxanê şandin  û bi çend maçên şekirîn Newroza wan pîroz kir.

Jordan xanima agirpêketî, bi rêya emaîlê silavên germ û nerm ji we xwendevanan re şandin, ji kûranîya kezebê got „I love lotikvan baby“ û agir bi nav dil û hinavên me xist.

Jordan Carver, rica û tika ji xwendevanên Lotikxanê dike ku hûn wê ji bîr nekin, car caran wê li bîra xwe bînin û li ber wêneyên wê çend îskan çay, qehwe yan jî wîskî û zuqilqurta votkayê vexwin. Lê bi taybet tika kiriye ku hûn li ber wêneyên wê bi xwe xweş neynin, derpî û şerwalên xwe şil û pil nekin.

Ê de haydê, hûn û Jordan xanimê li hev qurban…

Amerîka

About The Author