Wê çareser bikin lê em nabînin

Wezîrê Çandinîyê Mêhdî Eker ê Amedî û Kurd, hevpeyvînek daye rojnameyek Tirk û çend lotikên germo-nermo avêtine.

Mêhdîyê me bersiva pirsên rojnamevanan daye, bi şeş telaqan sûnd dixwe ku wê Rêdana Demokratîk berdewam bike û wê pirsa Kurd jî çareser bikin.

Cîgerim Mêhdî Eker, dîsa bi serê Îsa û Mûsa sûnd xwariye ku pirsa Kurd pirsek dewletê ye, bi çareserkirina aborîyê ev pirs çareser nabe, alîyên vê pirsê yên siyasî û kulturî jî hene, ew dixwazin pirsê çareser bikin lê hinek xêrnexwaz rê li ber wan digrin, filan û fîstan.

Mêhdîyê me anîye zimên ku ew ji çareserkirina pirsa Kurd bi hêvî ye, yan berî mirinê yan jî piştî mirinê wê vê pirsa ku “serî bi gû ye û binî bi gû ye” çareser bikin.

Axir, dibêjin xwedêgiravî 60-70 wekîlên Kurd di nava AKP a Kasimpaşalî Receb de hene û Mêhdîyê me jî yek ji wan lotikvana ye.

Yaw sayin Mêhdî, cîgerim, law guhê wan 60-70 wekîlên Kurd bikşîne, bela çend mîrkutan li nav serê serokê xwe xin ji bo ku hişê wî bê serê wî û berî mirinekê vê quzilqurta pirsa Kurd çareser bike babam, wî! Ma bi galegal û zimandirêjîyê çêdibe? Law guh nedin xêrxwaz û xêrnexwazan babam, ziman, hebûn û nasnama Kurdan di makzagona nuh de qebûl bikin bes e wî…

Enqere

About The Author