Hesen Almas
Nivîskara rastgir a Amerîkî Ann Coulter, hingî ji Erebên qûnre? aciz bûye, îslam û misilmantî jî li ber çavê wê re? bûye û hema bêjin nefretê ji kesên misilman digre. Ann Coulter, di her nivîs û axavtina xwe de dijberîya misilmanan dike û qûna wan dax dide.
Werhasil, wê rojê xanimê çûbû Kanadayê û li wir jî lotikên xwe domandin.
Xanima germik û nermik Ann Coulter, di axavtina xwe ya di Zanîngeha Western Ontarîo de ji xwendevanek keç ya misilman re got:
“Ji dêvla siwarbûna balafirê, divê hûn bi devê seyranê bikin“ û zîtirkek qirase avêt.
Ann Coulter, berî niha jî dîsa lotikek bêîman avêtibû û gotibû:
“Divê misilman nekevin balafiran, divê ew bi mer? û xalîçeyan bifirin (yanî wel Alî Baba li xalîçeyê siwar bin û bifirin)“ filan û fîstan.
Li ser vê gotina wê, xwendevanek bi navê Fatîma Al Dhaer jê dipirse:
„Xanimê, xalîçeya min tune ez pê bifirim, naxwe divê ez ji bo seyranê çi bi kar bînim ha?
Ann Coulter dibêje:
„Naxwe deveyekê (hê?tir) peyda bike“.
Ez serê we neê?înim, Amerîkîyên wek Ann Coulter bi balafirê difirin û pê?niyaz dikin ku misilman li balafiran neyên siwarkirin û ew bi deveyan seyranê bikin.
Heyran ê me lotikxanecîyan ne balafirên me hene, ne hê?tirên me hene û ne jî wek Alî Baba mer? û xalîçeyên me yên firoke hene. Em pisiklêtçî ne qurban. Em li pisiklêtên xwe siwar dibin û seyrana xwe dikin. Ne minneta Amerîkîyan li xwe dikin û ne jî minneta deve û hê?tirên erebên qûnre? û hûn sax…
Bijî pisiklêt!