Ev berpirsiyar kî ye?

Gelî xwendevanên Lotikxanê, xwedê hi?tino.. Gelo li gora we ev berpirsiyarê go destê xwe bilind kiriye çi di vê civîna Kurdên Sûriyê de dibêjê? 1- Bi telaqê bê fitû...

Gelî xwendevanên Lotikxanê, xwedê hi?tino..

Gelo li gora we ev berpirsiyarê go destê xwe bilind kiriye çi di vê civîna Kurdên Sûriyê de dibêjê?

1- Bi telaqê bê fitû go ez ne berpirsiyar bim ez qebûl nakim ?

2- Divê her sal ez berpirsîyarê partîyekê bim ?

3 – Heta ez berpirsiyar bim, divê ez ji çend xortên wek xwe fitneçî pê ve nehêlim ?

4- Divê ez nehêlim sê partiyên Kurdên Sûrî bigihin hev  ?

5- Ez ji zû de vî karê fitne û gelacîyê dikim, hîna gelek ji we nebûn  ?

6- Gava em fesad û fitneçî ketin hilbijartinan, hûn yên dî xwe bidin alikî haaa  ?

7- Heta ez serbixwe bûm min nikarîbû fitne û fesadîyê wek tê xwestin bikim  ?

8- Ma go ez seb, fitnê û fesadîyê nekim wê kî bike ka bêjin   ?

9- Çi yekîtîyên ku partîyên Kurdên Sûrî li Swîsre ava bikin, di vê ez wan xira bikim ?

10-Min apoçiyên Dêrika Hemko hemi berdane hev, ma ez nikarim bi we  ?

11- Heçî van biryaran qebûl neke, ji serê kirê min ve ahhh   ?

12- Heke hûn min nas nakin, ji xwendevanên Lotikxanê bipirsin   ?

De yalla, heçê vî berpirsîyarî nas neke bila bi fitne û fesadên Swîsreyê re biaxive.

Emê pi?tre xelatê belav bikin.

Swîsre

Categories
Kadîn
3 Comments on this post.
  • Roni
    13 April 2010 at 00:51

    Li gor min bêjê: „Ha vaye em talîya talî gihan miradê xwe, me da bin dûvê we, me partî kir du bes û em ev her car kesên li ser pîyan emê sibe herin partîyeke din cêkin û heke ku hun qebul jî nekin ha ji serê vî ve, ma qey ku em jî li Basûrê Rojava partîyekê cêkin wê dinya xera bibê law? Ji xwe ne ji partîya zêdetir, hima law cima em cênekin?“ û filan û fîstanê bi rengîn û bi mircan.

    Bahwer bikin, ji wextê ku tê bîra min van kurdên me li Rojava her partî li ser partîyê cêkirine, ji hev dûr ketine û zikê hev ji hilet û miletê û ji kerb û kînê tiji kirine. Yabo hingî hewqasî li dijî hevin, heta cihê lihevhatinê jî nehistine. Xwedê alîkarê me bê rebîîî.

  • zirtik
    13 April 2010 at 12:34

    vêce pila miletê kurd yê bsûrê rojava xwelî yê li serê xwekin , di vê civînê de partîyê kurd lihev nedkirin yekî bitenê erebê qûn res di nav wandebû rabûn ewê ereb kirin berpirsîyarê xwe û lihev kirin deka bêjin gelî xwendevanê lotikxane û bila kurdê sûrî axê biresê xwede nekin !!!!!!

  • Lotik
    14 April 2010 at 00:21

    Ma Ev Berpirsyarê Zirtik û virtik Kû di Civatê Eurupa de didê Lotka û Telyaxwe Biser Mirovande dihejînê qey kes nîne telya wî bikê qûna wîde û wî ji civatê bavêjin û kesekî kurdperwer û birûmet bikin cihê wîde , Lê bawerkin ta kesê wilo Berpirsyarbin û Tilyaxwe bihejînin û dinav Partiyade bidne lotka wê ticarî nehêlîn yakîtiya kurdê Sûryê çêbibe, me teva jiber telya rijîma Beis ya sûrî bazda hîn Evê di Eurupade ketye Ser Pi?ta mede û telyaxwe biser mede dihejînê û dinav mede didê lotka ,dibê ev nebû lotkadî didwe dî sisye dî ???????

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

      M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
    • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

      Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
    • Dîko Amerîka tevlihev kir

      Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

      M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
    • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

      Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
    • Dîko Amerîka tevlihev kir

      Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...