KUNCÎ

SESAME ORIENTALE

Kuncî riwekek dexlane, ji malbata kuncîyan e. Bejna wê bi tîrane 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Belgên wê 5-10 cm dirêj  3-5 cm fireh, ?iklê wan rimane yan jî hêkane ne û rexên wan rast an jî xetxet in. Kulîlkên wê yên wek kovikan di binê dûxika (boçik-zîlik) wê de bi hevre ne.  Rengê kulîlkan spî yan jî  peyazî ne, yên binev?î jî hene. Rengê fêkîyan esmer, sor, zer, an jî re? in û fêkîya wê wek qapsûlan e. Di nava wê qapsûlê de 70 -90 heb bizir hene. Ji wan biziran re “kuncî “ tê gotin.

Rengê wan spî, esmer, zer in û ji % 50 yê wan rûn e. Ew rûn ji bo masajê û ji bo derman û xwarinan tê bikaranîn. Gelek cûreyên kuncîyan  yên çandinî û bejî (kûvî) hene.  Lê sê cûreyên wan yên bi navûdeng ku çandinîya wan tê kirin û zêde tên xebitandin ev in 1- Kuncîyên Afrîqanî. 2- Kuncîyên Hindistanî. 3- Kuncîyên Rojhilatî. Navê wê bi Almanî “sesam“ û bi Tirkî jî “susam” e.

Welat û dîrok: Li ser welatê kuncîyê dîtinên cuda hene. Hinek dibêjin Rojhilatê Afrîqa ye, hinek dibêjin Hindistan e û  hinek jî dibêjin  Mezopotamya ye. Dîroka wê jî ba? nayê zanîn; lê ti?tê pispor li ser hemfikir in, riweka heri qedîm ya ku rûn jê tê derxistin ew e, wek derman tê hesibandin û  4000 sal in ku wek baharat bazirganiya wê tê kirin. Di bermayên (?ûnwar) ekolojîk ên gelîyên Harpa û Îndus de, kunciyên qelandî yên 2500 sal berî zayînê hatine dîtin. Medenîyetên Mezopotamya, yên wek Sûmer, Babîl, Asûr, Med, Kardûx û hwd. çandiniya wê dikirin. Her weha Misriyan, Romayiyan jî, ew bi kar dianîn. Kuncî di nav gelek medenîyetên kevin de wek  giyayek sêhrê û pîroz tê hesibandin. Hîndûyî li serê duayan dikin, Misrî û Hindistaniyan wê ji bo sêhr xerabîkirinê bi kar dianîn . Romayîyan kuncî û hingiv tevlihev dikirin û didan ?ervanên xwe, da ku pê qewet bigirin. Mezopotamiyan ji bo jinên hamîle bi qewet bibin û kuran bînin, tehîn û helawa kunciyan didan wan. Welatên herî zêde lê tên çandin Hindistan, Çîn û Sûdan e. Li bakurê Kurdistanê, bajarê ku herî zêde lê tê çandin Ruha, Entab û  hwd. Lê helawa herî navdar ya Sêrtê û Entabê ye.

Berhevkirin: Dema kuncî digehin, vek genim tên çinîn û bi gurzan heyamekê tên hi?tin da ku ba? bigehin û qapsûlên wan hi?k bibin. Pa?ê tên dawe?andin. Kuncî dûv re tên hi?kkirin û li gor hewcedarîyê tên qelandin. Yên din jî di?înin a?an û fabrîqeyan, da ku rûn û tehîn jê bên çêkirin.

Têdahî: Heft cûreyên ê?biran tê hene. Rûnên sabit, Asîda oleîk, Înoletîk, Palamîtîk,Giliserîtên asîtên mikrîntîk, Asîtên folîk, Proteîn, Kalsîyûm, Magnêzyûm,  Magnez, Paxir, Fosfor, Omega 9,  vîtamîn A, B1, B3, E, H û hwd.

Bikêrhatinên kuncî: 1-Pê?îya qebizbûnê û edavan digire. 2- Heke bê vexwarin, ji bo rûvîkan gelek ba? e. 3- Hinekî qelewiyê dike. 4- Ji bo  rêlibergirtina edavan dibe alîkar. 5- Ji bo xistina kevirên sefrê tê bikaranîn. 6- Hêza zayendî (cinsî) zêde dike. 7- Li hember bêdesthilatdarî, bêhntengî û bron?îtê bikêrhatî ye. 8-Taybetiya wê ya antîoksîdan heye. 9- A?ikê rahet dike .10 – Kolesterol û ?ekirê xwînê dadixe. 11- Pê?iya pence?êran, xasma ya pi?ikê digire. 12- Ji bo nexwe?iyên kezebê tê bikaranîn. 13- Çerm û por nerm û xwe?ik dike, ê?ên bedenê dikê?e û hwd.

Di derbarê kunciyan de Prof  Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje :” Di tibê de nebatek ?îfayî ya pileya duwem tê hesibandin, lewre zêde lêkolîn li ser nehatine kirin. Lê Japon, ji her 2-3 mehan carekê ji bo paqijkirina bedenê li bedena xwe dixin û pi?tî 30 deqîqan xwe di?on”.

Prof Dr. Ahmet Marankî, Zûlfîye Erdem û Mufîye Akin dibêjin : “ Nirxa wê ya xwedîkirinê bilind e. Ji bo xistina kevirên sefrayê bi fayde ye. Ji bo nexwe?iyên kezebê tê bikaranîn; zikê? û qebizê ji holê radike, a?ikê hêsan dike. Di lêkolînên li ser heywanan hatine kirin de tesbît bûye ku ?ekirê xwînê daxistiye. Heft cûreyên ê?birên hevgirtî dihewîne. Bedenê nerm û xwe?ik dike. Ji bo nexwe?iya ?ekir û sotiniyan bi fayde ye”.

Li gor lêkolîn û cerbandinên Zanîngeha Purdeu li ABD, vîtamîn “E“ya di kuncî, behîv û genimok de, pence?êra prostat û pi?ikê rawestandiye (sekinandiye) û xisarê nade hucreyên saxlem. Dr. Qîng Jiang dibêje: “ Di tabletên vîtamin ‘E’ de, madeya forma Gamma – Tocopherol” nîne. Ew made bi tenê bi rêyên xwezayî tên standin. Ev made li dijî pence?êrê ye (antî kanserojen) û pê?iya edavan jî digire”.

Bikaranîn : 1- Rûnê masajê. 2- Xwarin.

1-     Masaja rûnê kuncîyan: Hûn dikarin sererast rûnê kuncîyan li tevahiya bedena xwe xin, 30 deqîqan bisekinin û pa?ê xwe bi?on. Heke hûn karê giran dikin û diwestin (dibetilin –mandû dibin) hinek rûnê kuncîyan bi tiliya xwe li nav herdu birû, pi?ta guh û binê piyê xwe bixin. Wê betilîna we derbas be û hunê xewek xwe? bikin. Heke hûn pêre guhdariya mûzîkek sivik jî bikin, wê hê jî  xwe?tir be.

2-    Rûnê kuncîyan, ji bo xweparastina li hember tahrê (sotina tavê) gelek bikêrhatî ye . Heke hûn hinek rûnê kakao jî tev bikin û xwe bidin ber tavê yan jî ava gêzeran vexwin, wê bedena we zûtir pê qemer (bronz) bibe .

3-    Ji bo kesên pîr û yên di movikên wan de ki?il (kils) heye û ê?ên giran dikê?înin: Heke hinek rûnê bîberiye, ji bo varîs, bawîbûn û tevgêra xwînê hinek rûnê tirincok (melîsa) tev bikin wê fayda wê zêdetir be.

4-    Rûnê kunciyan jî wek yê zeytê tev li hemi xwarinan û seletan dibe.

5-    Hûn dikarin kuncîyan li ser hemi xwarinên ku ji hevîr çêdibin bire?înin

( pê werkin )

About The Author