• Do. Mai 26th, 2022

Ahê Denîz ji wî re nema

VonLotikxane

Apr 18, 2010
0 0
Read Time:1 Minute, 5 Second

Dibêjin „ahê vî destî ji destê din re namîne“. Îcar ev jî mesela me û qûnekê Alî Elverdî ye.

Tumgeneral Alî Elverdî, di 6ê Gulana 1972an de biryara îdama ?ore?ger Denîz Gezmî?, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan dabû û kerê min bera ser kefenê 101 bavê xwe dabû. Bi Kurd û Kurmancî, Alî Elverdî qatilê serê ?ore?gerên Kurd û Tirkan bû.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Stenbol û Enqerê be, dibêjin Elverdî yê ku nexwe?îya Alzheimer û MS (nexwe?îya qûnxurandinê) pê re hebû, di 86 salîya xwe de xwarin di qirikê de asê ma, mir  û berê xwe da cehnema gewrik. Bi vî awayî, ah û heyfa  Denîz Gezmî?, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ji Elverdî re nema.

Dibêjin ji ber ku Denîz Gezmî?, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan çûne bihu?tê û Tumgeneral Alî Elverdî jî çûye cehnemê, belkî di axretê de rastî hev neyên û hevdu nebînin. Lê zebanîyên ber derîyê cehnemê ji Lotikxanê re gotin:“Bi ?e? telaqên bê fitû, em vê tirrê ji Elverdî re nahêlin. Emê Elverdî teslîmî Denîzkê xwe bikin û bela têra xwe têxe wî jê dernexe“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam, rehma xwedê li Denîz Gezmî?, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan be û xwedê Alî Elverdî bi cehnema xwe ?a bike rebbî. Amîîîînnn!

Tirkiye

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %