Werin vê ecêbê, zarokek û sê dayik

De ji xwe re li vê lotika kesanedî binerin hayhooooo!

Li Brîtanya sê jinik dibin dayikên zarokekê. Evê lotika bêîman di çapemeniya cîhanê de nav da û wek lotikek kesanedî hat binavkirin. Kesî dîtiye zarokek ji sê jinan çêbibe cîgerno?

Dibêjin sê jinan (Claire Horner, Cherly Richards û Cathy Sidaway) pi?t dane pi?ta hev, hêza xwe kirine yek û gotine „ya allaaaaa“ û biryar dane ku zarokek hevbe? bînin dinyayê.

Claire Horner (40) biryar daye ku brayekî ji kurê xwe Jack re çêke. Ji ber ku di zaroka pê?în de sê carî ket bin kêr û meqesên ne?tersaziyê û pi?tre jî bi nexwe?îya kanserê ket, bi xanim Cherly Richards û Cathy Sidaway re li hev kir.

Li gora planê, wê xanima germik û nermik Cherly Richards bibe dayika ku zarokê di malzaroka xwe de mezin bike û bîne dinyayê û wê xanima germo nermo Cathy Sidaway jî dolhêkên xwe bide.

Ê helbet wê avik (sperm) jî ji zilamê Claire Horner be. Yanî, wê mêrê Claire Horner avika xwe bide, wê Cathy Sidaway jî dolhêkên xwe bide û wê avik û hêk di malzaroka Cherly Richards de bên dolkirin. Bi vî awayî wê zarok çêbibe û wê zarok bibe zaroka hersê jinan. Zaroka bi bavekî û sê dayikan!

Law ma we ehmeqîya bi vî awayî dîtiye babam? Çi hewceyî bi vê zehmetîyê hebû yaw? Ji xwe zarok û sêwîyên Lotikxanê pir bûn, law we çend qirû? bida me meyê ne zarokek, lê 3 zarokên qerase wek diyarî bidaya we xanimnooooo!

London

About The Author