Em sê elokan dikin qurban

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Enqerê be, li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê yên li Enqerê, dibêjin rêbeverên her sê partîyên Kurdî (BDP- HAK-PAR û PADEK) hatine ba hev û qehweyek ?êrîn bi hevre vexwarine.

Li gora sîxurên me radigihînin, dibêjin her sê partî jî ji bo nêzîkbûna hev û hevkarîyê germ bûne û herareta wan gihaye 180 dereceyê. Rêveberên her sê partîyan jî gotine ku ew bi vê lotikê pir bi heyecan bûne û dilê wan ji bo yekîtîya netewî dike “kurpe kurp”.

Werhasilî kelam, em jî wek sîxurên Lotikxanê yên Amedê, me civînek awarte li dar xist û ev lotik pîroz kir. Herweha me di civîna awarte de biryarek qerase girt û biryara me ev e gelî xwendevanan:

„Bi soz û peyman, bi serê serok Barzanî, Mam Celal û Ocalan, heger ev her sê partîyên me di çarçova yekîtîyek netewî de bibin yek, emê sê (3) elokan serjê kin û bikin qurban“.

Em li ser soza xwe ne û niha elokên me li devê derîyê Lotikxanê virde wêde seyranê dikin û li benda wê roja pîroz in.

De ma xwedê û ?êx Evdilqadirê Geylanî…

Amed

About The Author

One thought on “Em sê elokan dikin qurban

  1. Gidi,mal ne keto,3 elok cinè?em,è qonek 14 stuni vedin 3 gaè gilgame§ gori yekiti bikin.li 7 de§ta kurdistan bi 7 dahul u 7 zirna daveta bisazinin.ez zanim yabo.Anne turk ,baba ne bu kurd beji no.de ne rast bi ji.nuçe ho§ ho§è.rexmal dè u baven sixuren lotikxana yabo.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.