Ji Nûbiharê lotikek Kurdewarî

Kovara Nûbihar ku ev 17 sal in bênavber we?ana xwe didomîne, li Batmanê lotikek pîroz avêt û bi alîkariya evîndar û hezkiriyên xwe komeleya xwe ya yekem bi navê Nûbihar-DER vekir.

Komeleya Nûbiharê li Batmanê bi be?dariya berpirs û ba?çawî?ê kovarê Silêman Çevîk hat vekirin. Di kokteyla vekirinê de be?daran bi peyamên çand, huner, dîrok û edebiyata kurdî dîtinên xwe anîn ziman û têra xwe ?erbet vexwarin.
Serokê Nûbihar-DERê M.?irin Aslan jî di kokteylê de çend lotikên kurdewar avêtin û daxuyakirin ku, Komel wê bi kesayetiya xwe bimîne û tev li siyasetan nebe. ?irin got ku, wê komel tenê karê xwe li gorî armanca ?ixulê çandî û civakî bike û di derbarê van babetan de jî xebata perwerdehî, panel û qursan bike.
Lê belê li gorî agahiyên ku sîxurên lotikxanê bi dest xistine tê gotin ku 400 be?darên kokteylê bi ?erbet û pasteyên Nûbiharê navê?î û virikî bûne! Dibêjin be?darên kokteylê pi?tî bername bi dawî bûye, her yek ji wan misînê xwe girtine û bilez rêya avdestxanê girtine!
Em komeleya Nûbiharê ji bo van lotikên kurdewar pîroz dikin û di xebata wan de serkeftinê dixwazin. Her wiha daxwazek me ji berpirsên komeleyê heye. Ew jî gava carek din kokteylan bidin, bila haya xwe jê bikin û zêde ?erbet û pasteyan nedin mêvanên xwe!

About The Author