Ez hatim hatim, ez hatim hatim

Min ji zû de silavek nedabû we cîgerên min. Bawerim niha sedî sed we gotiye:”Law ev xwedênehi?tê Sofî Xelef nemiribe kuro” û kêfa xwe anîye.  Lê belasebeb kêfa xwe...

Min ji zû de silavek nedabû we cîgerên min. Bawerim niha sedî sed we gotiye:”Law ev xwedênehi?tê Sofî Xelef nemiribe kuro” û kêfa xwe anîye.  Lê belasebeb kêfa xwe neynin û ranebin lotik û zîtirkan, bi sê telaqên bê fitû Sofî Xelef wek pisîkê “9 ruhî” ye. Wilo zû bi zû hûn ji min xelas nabin babam.

Ev çend meh in bela û tofanên kesanedî hatin serê xalê we Sofî Xelef. Wek ku Ba?çawî?ê me jî nivîsandibû, dêqehpekî ?ifêrê ambûlansê ji dêvla ku min bibe nexwe?xanê, bêbavo berê min dabû kerxanê û ez sofîkê xwedê gunehkar kiribûm. Ew roj ev roj e, xalê we Sofî Xelef di navbera Xelîl û Celîl de avjenî dikir û nizanîbû çi biryarê bide, bi çi rûyî derkeve dîwana Lotikxanê.  Ez Sofî Xeleeeeffffff, sofîkê xwedê, mirîdê ber destê ?êxê Lotikxanê û di kerxane û qulxaneyan re derkevim kuro!

Werhasilî kelam..

Talîya talî ez fikirîm, min dît ku ne sebra min bêyî xwendevanên min tê û ne jî mirîdên min dev ji min berdidin. Tew ji xwe hinekan digot: “Kuro Sofî Xelet, law bi telaq Lotikxane bêyî te wek pîra diran?ikestî ye ha, ê de dev ji serhi?kîya xwe berde û were nav partîya xwe babam, wî” û li ber dilê min digeriyan.  Ê helbet bêxwedîkê dilê min jî pir nazik û tenik e, xwe li ber gilî û gazindan nagre canim. Min bergerîna dostên xwe li erdê nexist, min go “ya allaaaaa û ya xwedê” û min berê xwe da dîwana Lotikxanê. Aha va ez bi we re me oxlim, we qebûl kir ji vî ve, we qebûl nekir dîsa ji vî ve, ihi!

Ez serê we bê?înim, pi?tî ku wî xwedênehi?tê ?ifêrê ambûlansê ez di kerxanê re derxistim û wan horîyên kerxanê namûs li min kirin bexdûnis, psîkolojîya min wek a partîya BDP bû ?orbe û min nizanîbû ez çi biryarê bidim, reng û dengê xwe çawa biguherim. Lê pi?tre mêranîya min serî hilda, min destê xwe li masê xist û got:”Êdî bes e, pi?tî ?ore?a kerxanê divê ez îmaja xwe biguherim babam” û min rîha xwe ya nîv metro da ber cilêt û gwîzanan.

Axir, ez vê nivîsa xwe bi îmajek nuh dinivîsim kezebno.  Tew pi?tî ku birêz qûnek Cemîl Îpekçî li Amedê defîleya “po?î” ya Diyarbekirê li dar xist û namûsa po?îya Diyarbekirîyan bi awayekî modern wek xwe qûnek kir, min biryar da ku êdî namûs mamûs fêde nake û çi hebe di qûnektî, di xistin û derxistinê de ye.  Ji ber vê, pi?tî îmajguhertinê belkî ez bibin endamê Komela Germik û Nermikên Amedê jî ma kî zane. Çawa be herkes gefîlê qûna xwe ye û her bizin bi lingê xwe tê daliqandin.

Werhasilî kelam, henek menek li alîyekî, lê min bêrîya we kiribû ha kundirnoooooo!

Onba?î û sekreterê Lotikxanê  

Sofî Xelef

Categories
Kadîn
3 Comments on this post.
  • BARZAN
    6 Mai 2010 at 23:07

    Sercavan tu hati sofi Xelef.imaja te li tè piroz bit.yabo tu ji Amedi u ji filan kesani?dibejin cemil xeriri ya ipekciyè qun sota,li Amed partiya yekitiya quneken federal bisazini rasti?yabo deqè te ji deqin ha.ji viè pèvà navè te sofi Xelefa deq bi deqi bi bit.gotin te bo mi derman but.

  • Farûqê Devliken
    6 Mai 2010 at 23:52

    Yaw Sofîkê min, ewê ku te d? kerxaneyê re derx?st, hêvî d?k?m j? xwedê lê nabe s?be… Bi qurbana axa bin lingê te be, erê weleh eyn bi qurbama wê axa bin lingê te be! Sofîkê min, ji nûjentiyê xwe?t?r mala xwedê ye; jixwe hê kesî jî ew der nediye…

  • Dêrikî
    7 Mai 2010 at 19:05

    Law Sofîko,kuro tu ba? zane ?iffêrê Ambulansê berê te daye Kerxanê?Law vîya tedi komala qay û homo ya an jî Defîla Cemîl îpekçî de derbas nekiribe ? Ji kê xêr be ji me ne xêre haya we ji quna we hebe 😀

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

      Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
    • PKK û bangewazîya yekîtîyê

      Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
    • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

      Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
    • Talîş kî ne ?

      Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...