Cîh li hikûmeta ba?ûr teng kirin

Kujtina rojnamevanê ciwan Serde?t Osman, ba?ûr rakir ser pêyan û nefretek mezin li himber hikûmet û qatilên Osman pêk hat. Serde?t Osman ê ku ji Hewlêrê hatibû revandin û li Mûsilê kujtî hatibû dîtin, çima ku çend nivîs di derbarê hinek rayedarên Kurdistanê de we?andibûn, raserî tofanek mezin hat û bû qurbana nivîsên xwe.

Serde?t Osman, bawer dikir ku azadîya bîr û ramanê li ba?ûr heye, lê nizanîbû ku mejîyê e?îretî û kevneperestîya Rojhilata Navîn zû bi zû tehamilî bîr û ramanên azad nake û wê nivîsên wî serê wî bixwin. Ev lotikên nemirovana ne tenê li ba?ûr, herweha li bakur û be?ên din ên Kurdistanê de hene û rû didin. Partîyên ku qa?o ji bo mafê Kurdan, ji bo  azadîya bîr û raman û demokrasîyê tê diko?in, tehamilî rexneyan nakin û kesên wan rexne dikin wek dijmin dihesibînin, ji wan bê wan dikujin. Ne tenê rêxistin û partîyên siyasî, hunermendên me jî bi heman nexwe?îya ?ewba berazan ketine û kesên wan rexne dikin wek „ji dijmin pîstir“ û „xwefiro?“ bi nav dikin. Îcar hesab û kîtab li cem we, hûn bifikirin bê Kurd çiqasî asosyal (ji qewla hinekan  ve) in û çiqasî dostên dijminê xwe, lê dijminê qewmê xwe ne.

Werhasilî kelam, kujtina rojnamevanê ciwan Serde?t Osman, azadî, demokrasî û netehamilîya li ba?ûr carek din raxist ber çavên awira gelemperî. Kurdekanên ku bi milyon dolaran ji bo aramî û xwe?bûna ba?ûr serf dikin, bi lotikek wek kujtina rojnamevanan li qûnê rûnidên û xwe di çavên awira gelemperî de re? dikin. Ev jî tê wateya ku „Dubaî“ bûna ba?ûr têra azadî û demokrasîyê nake û heta ew mejîyê kevnare neyê guhertin, wê lotik û motikên neinsanî bidomin.  Halbûkî çend milyon dolar, yan jî çend warîl ji petrola Kerkûkê ji bo „azadî û ?û?tina mejîyê kevnar“ bihatina xerckirin, belkî fêdeyek ba?tir li Kurdan bibûya.  Hûn dixwazin bela ba?ûr bibe Dubaî, Parîs û Hong-Kong jî, lê ku Kurd ji ber dîtinên xwe, ji ber derîyên mala xwe bên revandin û bên kujtin, tu ferqa Dubaî û bajarekî Somalya ji hev namîne.  Bi kujtina Serde?t Osman tu ferq di navbera mejîyê kevneperest ên „Nijdevanên Somalî – ewên ku ke?tîyan direvînin“ û mejîyê hinek Kurdan de nemaye. Herdu alî jî mirovan direvînin, dikujin û xwe di qada navnetewî de rezîl û riswa dikin.

Gelo ?ert bû rojnamevan Serde?t Osman ji ber nivîsên xwe bihata kujtin? Yan edalet, dadwer û dadgeh li ba?ûr tuneye?  Madem nivîsên wî hinek alî ê?andibûn, çima wan alîyan wek mirovan doz li Serde?t Osman venekirin û ew nedan dadgehê?  Yan kela dilê wan bi cezayê dadgehê hênik nedibû?

Axir, çi dibe bela bibe, di her halûkarê de rayedarên ba?ûrekan bivir li lingê xwe xistin. Çawa ku BDP li bakur bivir li lingê xwe xist û pi?tgirîyê nade guhertina makzagonek fa?îst, kakacanên me jî bi kujtina rojnamevanan pi?tgirîyê didin heman mejîyê kevnar û berjewendîyên ?exsî, malbatî û partîtîyê.

Ez serê we neê?înim, kujtina Serde?t Osman bû sedem ku xwendevan û Kurdên azadîxwaz serî li hember hikûmetê rakin, çalakî û xwepê?andanan li dar xin.  Gelo wê hikûmet û hêzên ewlekarîyê qatilê Serde?t Osman derxin holê yan na, lê xuyaye wê bi van lotikên nemirovane dosya xwe ya re? qalindtir bikin. Helbet wê ev jî ne di berjewendîya Kurd û Kurdistanê de be..

Hewlêr

About The Author