Amediyê Kêfxwe? e Gozelê Gozelê!

Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK), pejirand ku televizyona Diyarbekirê ya bi navê ART êdî bi navê xweyî nû AMED TV we?anê bike.

Pi?tî vê Lotika germik û nermik a qerase, dibêjin li kûçe û kolanên bajêr ligel strana ‚Amedê Serhildane wey Amedê Amedê‘ li seranserê Sûran govend têne gerandin!

Wek tê zanîn berî niha jî Tîma Futbolê Amedspor hatibû vekirin û bi navê xweyî ku berê qedexekirî bû li qadên gogê gelek lotikên werzî?î avêtibûn.

Televizyona ART, di sala 1997’an de, ji aliyê xwi?ka Huseyîn Bayba?înê li Holandayê girtiye Nezahat Dagtekin ve hatiye vekirin.
Bi navê xweyî nû Amed TV niha dikare 24 saetan bi zimanên cihê we?anê bike. Rêveberên televizyonê hewl didin ku pi?tî bi awayekî fermî Amed TV dest bi we?ana xwe bike, di naveroka we?anên xwe de jî guherînekê pêk bînin û bi lotikên Amedwarî derkevin pê?berî Amediyan.

Li gor ku rêveberên kanalê diyarkirine wê Amed TV dûvîtiya tu siyasetan neke û tenê ji bo a?tî û biratiyê bixebite.

Bi xêr hatî Amed TV! Lotikxane jî li ser navê Zebe?ên Amedê ligel strana ‚Amediyekê xwe?e gozelê gozelê‘ ji Amed TV re pîrozbahiya xwe di?îne !

About The Author