WE DÎT ÇI GOT ?

Xaltîka Perwînê Kurdî wilo kir şorbe ku ez bawerim kesekî ji we fêm nekir başqan çi gotiye. Ezê yeko yeko Kurdîya xaltîka Perwînê wergerînim ku bê fêm kirin.

bdp

1-    Dîjle û Ferad kiriye birayê çemê Sakarya û Merîçê.

2-    Ararat û Cûdî kiriye dostê  çîyayê Ercîyas û Qaçkarê.

3-    Govenda me kiriye merivê horon û zeybekê.

4-    Civatên birayên hev, bi fesadîya derveyîyan bi hev ketine.

5-    Dewletên emperyalist em parî parî kirine dewletên neteweyî çêbûne. (Şikur dewlet nebûye para Kurdan û nabe jî)

6-    Sînorên çêkirî û yên rawejî (sanal) jî wan dane ber me. ( Gunehê Tirk, Ereb û Farisan nîne)

7-    Başqan dibê “ Min bi ferdî dest bi serhildanê kiriye û ev gîyan afirandiye

8-    Şerê me ne li dij tu nijad, ol, mezheb û komê ye. ( Kurd ne tê de)

9-    Ev hezar sale em û Tirk di bin alaya Îslamê de birayê hev in. Di dada biratîyê de dagirkerî, înkarî, tunekirin û asimilasyon tune.( Yên ev hemû anîne serê Kurdan ne Tirk in )

10- Dem dema helalkirinê ye.( Xwîna sed hezar Kurdan li birayên me Tirkan helal be )

11-  Em û Tirk emê dîsa ji bo sînorên Misak-î Millî bi hev re têbikoşin.( Kurdistana Başûr, ya Rojhilat  û ya Rojava wê bikeve bin alaya Tirko )

12- Kî me û Tirkan ji hev biqetîne emê pozê wan bişkînin.

13- Rastîya peymanên Hz.Mûsa, Hz.Îsa û Hz. Mihemed bi cî tên. ( Ê bengî ya Hz.Fethûllah jî )

14- Serxwebûn, ferderasyon, konfederasyon, xweserî nebû, bijî Sîstema Demokratik a Modernîte ! ( Ha ji we re benîştek nû, de bicûn )

 

Baş fêm bikin başqan çi dibêje, nebê hûn şaş fêm bikin ha…

About The Author