NEWROZ LI WE PÎROZ BE

zeynelabidin zinarCejna Newrozê li we hemiyan pîroz be:

Li sêwî û belegazên Kurd pîroz be.

Li qels û jarên Kurd pîroz be.

Li oldar û maldarên Kurd pîroz be.

Li şehîd û xaziyên Kurd pîroz be.

Li xebatkar û tiralên Kurd pîroz be.

Li zarûk û ciwanên Kurd pîroz be.

Li kal û pîrên Kurd pîroz be.

Li jin û mêrên Kurd pîroz be.

Li zindî û miriyên Kurd pîroz be.

Li nezan û zanayên Kurd pîroz be.

Newroz li vîna 21ê Adarê jî pîroz be.

 

Bi hêvî me ji Yezdanê dilovan

Piştî vê Newroja Duhezarûsêzdan

Êdî kes nebîne kuştin û gulebaran

Nebîne jehra kîmya û sêpiyan

Nebîne girtîgeh û zîndanan

Xasma jî ew îşkenceyên li viyê han

Dubare nebin li çu hemwelatiyan

 

Ey Xwedanê mezin ê can

Bi qedrê hêstirên sêwiyan

Bi lorîna dayikên kezebjan

Bi mirûzê jar û bindestan

Bi hewara sofiyên xwezan

Êdî dubare nebin ew êş û jan

Aramî bê welatê min Kurdistan

Da kes û karên me karibin

Xwenas û xwedênas bibin

Ji hemû siqûmatan paristî bin

Û li jiyanê berdewam û şadan bibin…

 

About The Author