Serok Barzanî tir di wan de kir fis!

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser daxwaza Tirkan silavek da Tirkiyê û piştî 8 salan çayek bi serokkomar û serokwezîrê Tirko re vexwar.

Serok Barzanî yê ku berê ji alî Tirkan ve wek “serokeşîr” û haşa “potînalês” dihat binavkirin, wek Serokê Herêma Kurdistanê hat dawetkirin û serê Tirkan bera ber wan da.

Axir..

Piştî ku Tirkan dît tu xêr ji Turkmenên qûnreş dernakeve, fêhm kirin ku heta bi Kurdan û serokê wan Barzanî re rûnenên, wê nikaribin tu pelûlê bixwin. Piştî ku Wezîrê Derve Ahmet Davûdoglû û Wezîrê Bazirganîyê Nanxwerê Cilqetîn çûn Hewlêrê û di bin ala Kurdî û wêneyê Mistefa Barzanî de rûniştin, êdî hat zanîn ku doxîn li Tirkan sist bûye û mecbûr mane Kurdan wek mixatabên xwe nas bikin. Ê helbet canim, destê ku neyê tewandin helbet tê maçkirin. Piştî  cîgerim Tirkoleran dît ku destê Barzanî nayê tewandin û nikarin serî li wî bitewînin, çûn ber lingên wî û payebilindîya “potînalêsîyê” li xwe vegerandin, îcar wan potîna Serok Barzanî alast.

Werhasilî kelam, serok Barzanî bi hella hella hat Tirkiyê û Tirkan hêvîyek mezin jê dikir ku wê Barzanî peyamên hişk li dijî PKK bide awira gelemperî û navbera Kurdan bike kafir kerafî. Lê şikir ji xwedê re, Serok Barzanî wek her carê nehat lîztika dewşîrmeyên Tirk û bi aqlêselîm tev geriya, payebilindîya xwe parazt, kêfa Tirkan li me nanî.

Ez serê we neêşînim kezebno, piştî hevdîtinên bi rayedarên Tirkiyê re, Serok Barzanî beşdarî bernameya Hevdîtina  Taybet (Lîqa El Xas)  a kanala TRT El Turkîye bû û bersiva pirsên TRT El Turkîye da.

Di dawîya bernameyê de spîker ji Serok Barzanî dipirse:

“Birêz Barzanî, gelo di dawîyê de gotinek we heye cîgerim?”

Êêêêê, ma Serok Barzanî fersendê direvîne kaka, na. Dibêje:”Çawa tuneye kaka, heye heye” û bersivê dide:

“Binerin ewladim, em ne ji Bakurê Iraqê ne, li gora destûra Iraqê navê herêma me Herêma Kurdistanê ye.  Carek din stuyê xwe bişkînin û nebêjin Bakurê Iraqê, bêjin Herêma Kurdistanê oxlim, temam!” û tir ji spîker berda.

Aha serokatî û Kurdayetî ev e kaka can. Serok ew e ku di mala dijminê xwe de doza xwe biparêze û ji wan re bêje: şooooşşşşşşş, hêdî bajon!

About The Author

10 thoughts on “Serok Barzanî tir di wan de kir fis!

  1. Bijî tevgera serok Barzanî ya Kurdistanperest qerdashim. Hechî vê qebul nake bila jina wî ji wî kafirî berdayî be, ihi.

  2. serok barzani di 16 saliya xwe u heta iro cek li mil u ?ore?a kurdistane deye
    ew di evina gelê xwede mezin buye
    bele em bi bi dili di fikiri le serok dewlete rêvedibe ev biz zanin rêvedice
    mixabin heger bi gotineke politik biaxivi em dujminatiye li gel wa dikin u em dibejin here mala xwe tu xaini
    u muhra xaintiye ji di berika seroke kuren sererd u binerde deye
    kurdan pedivi bi ruhek neteweyitiye heye gerek em particitiye hizbcitiyi ji nav xwe rakin tu kes ne ji kurdistane mezintire
    ereba ji dest ji putperestiye berde lê me cav li t?rkan kir u em ketin pe?iya wa
    her b?ji kur u kurdistan

  3. ez ji dil u can kak mashut barzani piroz dikim
    ji bo heste wiya natawi .biji biji berzani tuwi roniya van cavani

  4. Serok ew e ku
    jibo netewayetî u kurdayetî xetê wî nî sor hebin,ne jibo partî u sexsîyetî

  5. BI telake ommete em kurd nab?n pol?t?k.lawo k? j? k?jan par?ye d?ke rad?be wek semo ha ha sebasa d?de u d?kev?n pasne wan.kdp,l? mesut.ynk l? mam celal,pkk,l? serok apo l? goran wan part? u taraftaeren wan tu cara ew serok xalet?ye nak?n u m?na peygambera na.Kardes?m mesud ce d?be l? hember kuzey ?rak gotube ne raste avder herame kurd?stane.Le bele heger raste seroka kan? seroke be al?E ku ala m?na reng?n ne h?lde ez j? w? serok nab?n?m b?la k? be fark nake.u welat saxbe..

  6. pêtvî bu berî serok biçîte turkiya pisyar kirba ka dê çawa pê?waziya wî hête kirin
    ya dî dema çuye digel wezîrê derve yê turky u alayê Îraqê u kurdistanê diyar nebuy
    bila daxaza lî burînê kirba u kongira rojnamevanî bi cê hêlaba.

  7. gelekêt dîjî li ber bu ne bes alayê kurdistanê bilind biken belko navê kurda jî re?
    biken li nex?ê cîhanê lê supas bu xodê u xûna ?ehîda evro hîviya diken ku girêbesteka pêtrolê li gel girêbiden bila bi tinê 50.000 bermîlêt gazê bin ya tîra di binî may.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.