Tirk yek in, Kurd belek in

Zinar Qelemşûr

Di hilbijartinên şaredarîyan de Kurdên Bakur, ango Kurdên ku dane dû HDP, li dijî AKP û Erdogan deng û rayên xwe dan partîya Atatirk CHP û ew biser xistin. CHP bi xêra kîrê Kurdan bajarên wek Stenbol, Enqere, Izmîr, Adana û Antalya stendin û bûn şaredar. Lê Tirk Tirk in, ji bo berjewendîyên xwe yên netewî karin Kurdan bifroşin jî, qira wan jî bînin.

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu yê qutik û şaredarê Stenbolê Ekrem Kurêmelê, bi daxuyanîyên xwe piştgirî dan êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê û destê xwe xistin qirika Kurdên bêmecal. Aha CHP a ku HDP wek qijnikên qûna dewaran pê ve zeliqî ye ev gû ye. CHP a ku HDP ji bo wê hefsarê Kemalîzmê xist stuyê Kurdan ev rîx e.

Û Partîya Xelklerên Devşîrme, HDP a ku bi ked û xwîna Kurdan ji meclîsa Tirko meaş û mehaneyên xwe distînin û dengekî ji xwe dernaxin, gelo wê pozê wan ji helwesta CHP bişewite û dev ji dûviktîya Tirkan û çepê Tirkan berdin? Yan jî wê pozê Kurdan bişewite li xwe û li Kurdayetîya xwe vegerin?

About The Author