Bawerî bi evê dînik nayê

Dewleta Tirko û zîtirkvanên wan ji zû de li fersendekê digerîyan ku êrîşî
Rojavayê Kurdistanê bikin û destkeftîyên ku li Rojava hatine bidestxistin, têk
bibe. Lê ji ber ku lotikvanên Amerîkî li ser sînor bûn, zîtirkvanên Tirk
newêrîbûn û mecal nedidîtin ku êrîşê bikin.

Serokê Amerîkayê û serşûnikê porzerik Donald Trump (Dîko),  hema ji
nedîtî ve got ezê ji Sûrî derkevim û leşkirên xwe ji ser sînorên Rojava
vekişandin. Tu dibê qey mozên sor bi qûna wî vedabûn, kes nizane çima û ji bo
çi ev biryara xiyanetwarî girt û pişta xwe da Kurdan.

Piştî vê sosreta Dîko, çeqel û keftarên Tirk û qijnikên Ereb ên ku xwe bi
qûna çeqel û keftarên Tirk ve girtine, dest bi êrîş û bombebarandina Rojava
kirin û bû qîr û qiyamet.

Piştî biryara Dîko, dinya li dijî Dîko rabû ser pêyan û biryara wî rexne
kirin, bi mîrkutan li nav serê wî xistin û ew bi xiyanetê rûreş kirin. Piştî
van mîrkut û lotikên bê îman, Dîko ji xewê veciniqî û got: „Jina min ji
min berdayî be, heke Tirkoler lotik û zîtirkên ku ne li gor xal û rêza şer in
bavêjin, ezê çewalan têxim serê wan, ezê bi dorpêçan tirê ji wan berdim”
filan
û fîstan.

Werhasilî kelam, şerê Tirkoler û Kurdoleran li Rojava dest pê kir. Îcar wê
kî tirê ji kê berde xwedê zane  wesselam…

About The Author