Rewş germ e, Kurd bê xem e

Z.Brîndar

Rewşa Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê jî ne baş e. Her çiqasî li Başûr hikûmetek û federasyonek Kurdan hebe jî, jidestçûna Kerkûk û deverên din, hebûna federasyonê seqet dike û tu misogerîyek piştrast nade Kurdên Başûr. Hikûmeta Bexdayê halîhazir di bin bandor û rêvebirîya Tehranê de ye, artêşa Iraqê dîsa wilo. Haşdî Şabiî ji xwe hem beşek ji artêşa Îranê ye, hem ji ya Iraqê. Her kêlî kare rewş bê guhertin û kes nizane serê Kurdan li ser çi û kîjan balîfê ye.

Siyaset û helwesta Amerîka û hêzên hevpeyman di radestkirina Kerkûkê û dûrxistina Mesûd Barzanî ji Serokatîya Kurdistanê xuya û zelal bû.

Halîhazir ne Amerîka û ne jî dewletên din û cîran naxwazin û ne amade ne serxwebûna Başûrê Kurdistanê bixwazin û nas bikin. 2023 nêzîk dibe û mohleta peymana dagîrkirina Kurdistanê bi dawî dibe. Evê yekê bi taybet dewleta Tirk xistiye nav tevgerek mezin û berî 2023 heta jê tê dixwaze têkeve Rojava û beşek ji Başûrê Kurdistanê, tê de bimîne û dernekeve da ku ji serxwebûna Başûr û Rojava re bibe asteng. Nikaribe asteng jî bi kêmanî wan beşan piçûktir û bêhêztir bike.

Rewşa Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û partîya wî AKP ne baş dixuye. Li gor lêpirsîn û ankêtan, AKP her ku diçe jar û lawaz dibe. Ev yek jî çavê Erdogan ditirsîne. Xuyaye sedemek ji sedemên ku dixwaze êrîşî Rojava bike jî ev e. Çawa ku bi êrîşa ser Efrînê û dagîrkirina wê Erdogan û AKP temenê xwe dirêjtir kir, heman fikar ji bo êrîşkirina ser Rojhilatê Feratê, ango Rojavayê Kurdistanê jî derbas dibe.

Erdogan bi êrîşa ser Rojava dixwaze bi kevirekî du çûkan bikuje. Hem dixwaze destkeftîyên Kurdên Rojava û HSD têk bibe û xeyal be jî plana Mîsakî Mîllî gavek din pêşde bibe, hem jî dixwaze di hilbijartinên bêşerojê de dîsa biserkeve û payedarîya wî bilind bibe.

PKK û PYD ji destpêkê ve rê li ber yekîtîya partî û hêzên Kurdî girt û rê neda ku tevger yan jî alternatîfek netewî û Kurdistanî derkeve holê. Çawa ku li parçeyên din jî plan û projeya wan ev bû, li Rojava jî dixwestin û xwestin rê li ber serxwebûna Rojava û yekîtîya Başûr û Rojava bigrin. Rêlibergirtina Pêşmergeyên Roj ji bo vê yekê bû. Heke Pêşmergeyên Roj îro li Rojava bûna, belkî rewş cudatir bibûya û Efrîn jî ji dest neçûya. Lê bi fermana A. Ocalan Efrîn radestî dewleta Tirk kirin, hem nehiştin Kurd xwe bighînin Derya Spî, hem jî gavek ji bo plana Mîsakî Mîllî avêtin. Zirt û gefxwarinên HSD û PYD yên li dijî Tirkiyê rê ji bo Tirkiyê û êrîşkirina ser Rojava vedike. Helbet ev jî parçeyek ji dek û dolabên herdu alîyan e. Dewleta Tirk bi êrîşa ser Rojava çiqas erd dagîr bike jê re kar e û wê li gor plan û projeyên xwe herêma tampon û dubarekirina “Kembera Erebî“ bi Erebên Sunnî tije bike. Ev jî tê wateya demdirêjkirina parçekirina Kurdistanê û têkbirina yekîtîya milletê Kurd.

Piştî biryara nexêr û bêbextîya Donald Trump, HSD di vê rewşê de neçar dimîne ku bi awayekî xwe nêzîkî rejîma Sûrîyê bike û bêyî ku dewleta Sûrî bê parçekirin, çareserîyekê ji pirsgirêkên navxweyî re bibînin. Ji xwe ji roja roj de daxuyanî û helwesta PKK, PYD û HSD ev bû. Ji bo dewleta Sûrîye parçe nebe çi ji destê wan hat kirin.

Dijminatîya partîyên Kurdistanî û Pêşmergeyên Roj jî ji ber vê yekê bû. Bi destpêkirina êrîş û şerê li dijî destkeftîyên Kurdên Rojava û HSD, êdî divê rayedarên PYD kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin. Bifikirin ku ji Kurdan pêve dostên Kurdan tunene û dijminatîya PDK, Barzanî û Pêşmergeyên Roj ne çareserî lê ji bo wan ziyan û xisarek mezin e Li Rojhilatê Kurdistanê rewş nehatiye guhertin.

Çend partîyên ku hema bêjin rê û rêbazên wan, bername û armanca wan yek in, ji hev cuda ne û her yek ji wan bi tena serê xwe şerê melayên Tehranê dikin. Ji berê de gotine “destê bi tenê deng jê nayê“. Heke karîbûna berjewendî û nakokîyên xwe yên kesayetî, rêxistinî û partîyatî deynin alîyekî û bi kêmanî di bin sîwana enîyek netewî de kom bibûna, hem wê moral û bawerîyek mezintir bidana milletê Kurd, hem wê di qada herêmî û hem jî di qada navnetewî de destek û piştgirîyek mezintir stendibûna. Damezirandina enîyek netewî wê di şerê dijî Îranê de bawerî û helwestek mezintir bida dewletên Rojava û Amerîkayê jî. Lê mixabin parçebûna wan halîhazir tu hêvîyek mezin nade tu alîyan.

Li Bakurê Kurdistanê ji xwe rewş malkambaxbûn e. Şerê 40 salî ji mirin û kujtina Kurdan, ji şewitandina Kurdistanê û koçberkirina Kurdan pêve tu xêrek ji Kurdan re neanî. Ev şerê ku 40 sal in bi şêwr û mişêwr tê lidarxistin, bû sedema ku Kurdistan vala bibe, Kurd koçberî metropolîn Tirkiyê û Ewrûpayê bibin, zimanê xwe ji bîr bikin, asîmîle bibin û hêvî û giyanê netewî bi wan re nemîne. PKK ji ber siyaset û daxwazên xwe yên şaş û xeyalî li Bakurê Kurdistanê jar û lawaz bûye, êdî milletê Kurd wek berê hem bawerîyê pê nayne, hem jî piştgirîyê nadê.

Heman tofan bi serê HDP de jî hatiye. Hefsarê herdu partîyan jî di destê Tirkan û çepên Tirkan de ye û gav bi gav, kêlî bi kêlî ji daxwazên Kurd û Kurdayetîyê dûr dikevin, dûr ketine û êdî Kurd di bîr û zanebûna vî tiştî de ne. Ji ber ku li holê tu alternatîf yan hêzek xurt ku karibe xwedî li Kurdan derkeve û wan biparêze tuneye, wek bela û xîreta namûsê, kêm be jî Kurd dixwazin li keda xwe xwedî derkevin û kêm hindik dîsa piştgirîya herdu partîyan dikin. Lê rewşa Bakur bi her awayî malkambaxî ye û bi taybet jî malkambaxîya mezin asîmîlasyon, bêhêvîtî û têkçûna hest û giyanê netewî ye.

Rewşa hêz û partîyên derveyî PKK û HDP ji xwe li ber çavan e. Bi siyaseta hindik û rindik, ezezî û berjewendperestî heta îro her û her paşde çûne, gavekê jî pêşde neçûne. Berjewendî û egoîzmê ew kor kirine, ji girîngîpêdan û xwedîlêderketina berjewendîyên Kurd û Kurdistanî dûr ketine û marjînal bûne.

Partîyên ku êdî tu cudabûnên siyasî û îdeolojîk jî di navbera wan de nemane, nikarin yan jî naxwazin bibin yek, nebin yek jî nikarin di bin sîwanek netewî de kom bibin. Ev jî mecal û fersendê dide partîyên wek PKK, HDP û partîyên dewletê ku bi Kurdan bilîzin û li ser ked û xwîna Kurdan biçêrin.

Bi kurt û Kurmancî; fersenda ku sed salî carekê ji Kurdan re derket pêş badilhewa diçe û ev fersenda dîrokî ji dest diçe. Heke Kurdan karîbûna yekîtîyek di navbera xwe de çêkirana û bi siyaset û helwestek Kurdistanî tev bigeriyane, belkî me karîbûya parçe yan beşek ji vê fersenda dîrokî ji xwe re bidizîya û em pê bibûna tiştek. Lê mixabin nexweşî, berberî, nakokî û dijminatîya sedê salan ji ruh û bedena me derneketiye û xuyaye wê zû bi zû jî dernekeve.

Peyama Kurd

About The Author