Xaltîka me Ilicak jî got: Ocalan!

Nivîskara nîjadperest û MHP î Nazli Ilicak, di bernama televizyona Haber Turk de lotikek kesanedî avêt, pi?tgirî da Ocalan û ew wek mixatabê çareserkirina pirsa Kurd dît.

Di bernameyê de spîker Benan Kepsutlu bi gotinên Nazli Ilicak ewqasî matmayî ma ku nayê gotin. Zimanê rebenê lal bû, devê wê ji hev vebû û hew zanîbû çi bêje. Ne tenê Benan Kepsutlu, lê bawer bikin kesî texmîn ne dikir ku wê xaltîka me Nazli Ilicak Ocalan wek mixatabê meselê bibîne û bixwaze ku hikûmet bi Ocalan re rûnê.

Xaltîka me Ilicak got:” Li Tirkiyê nermîyek çêbûbû, lê ev têr nake. Têr nake ji ber armanca PKK cuda ye. Êdî heta PKK wek mixatab neyê girtin, pirsgirêk çareser nabe. Ji ber hêza çekdar di destê PKK de ye. Ew dixwasin siyasetê bikin, dixwazin Ocalan azad bibe. Erê niha rew?a Tirkiyê dest nade, lê AKP û CHP karin pi?tî hilbijartinê vê mijarê bi ser xin. Bela kes xwe nexapîne, êdî bi tedbîrên ewlekarîyê pirsgirêk çareser nabe. Ji bo zêdetir cendekên ?ehîdan bi ser me de neyên, ji derveyî ?er divê hinek çareserî bên dîtin” û îmana meselê teneke kir.

Werhasilî kelam, xaltîka me Nazli Ilicak vê carê lotikek kesanedî avêt û destê xwe li pi?ta serokê Kurdên sererd û binerd ba?qan Ocalan xist.

 Îcar wê Erdogan û Kemal Dew?îrmeoxlî guh bidin xaltîla me yan nadin, ez wê nizanim…

Stenbol

About The Author